
Xelatên Cesar ên Sînemayê ku wek ‘Oscarên Fransayê’ tên pênasekirin, cara 42’emîn hatin belava kirin. Xelata fîlma herî baş layiqî fîlma ‘Elle’ hat dîtin ku derhênerê wê Paul Verhoeven e. Her wiha bi heman fîlmê Isabelle Huppert xelata lîstikvana herî baş wergirt. Di beşa xelata lîstikvanê herî baş de jî Gaspard hat bijartin û Xavier Dolan bi fîlma bi navê “Juste La Fin Du Monde” xelata derhênerê herî baş bi dest xist. James Thierree bi rola xwe ya di fîlma “Chocolat” de xelata herî baş a lîstikvanê alîkar; Deborah Lukumuena jî bi fîlma “Divines” xelata herî baş a lîstikvana alîkar wergirt. Xelata senaryoya herî baş jî bi fîlma “L’effet Aquatique” layiqî Solveig Anspach û Jean-Luc Gaget hat dîtin. Di beşa fîlma herî baş a biyanî de fîlma “I, Daniel Blake” a Ken Loach bû xwediyê xelatê. Her wiha îsal George Clooney xelata rûmetê wergirt.
PARÎS