SERKAN DEMÎREL / ANF / CENEVRE
Filma Keçên Rojê ku qala berxwedana jinên Kurd dike, li bajarê Swîsreyê Cenevreyê hate nîşandan. Elaqeyeke mezin ji bo filmê hebû û derhêner Husson a ku di nîşandana filmê de amade bû, got; “Dirûşmeya jin, jiyan, azadî nîşaneya têkoşîna hevpar û azadiya jinên cihanê dide nîşan.”
Filma Les Filles du Soleil (Keçên Rojê) di 24’emîn Festîvala Filman a Navneteweyî ya Cenevreyê de hate nîşandan ku qala berxwedana li Şengal û Rojava ya jinên Kurd a li dijî çeteyên DAIŞ’ê dike. Derhênera wê jî Eva Husson a Fransî ye.
24’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cenevreyê 2’ê Mijdarê dest pê kir. Roja Şemiyê li sînemaya Cinerama Empire filma Keçên Rojê hate nîşandan û temaşevenan elaqeyeke mezin nîşanî filmê da. Piştî ku film bi dawî bû, li salonê dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” hate gotin.
Ji bo ragihandina berxwedanê
Dêrhênera filmê Eva Husson piştî nîşandana filmê bi temaşevanan re rûnişt û pirsên temaşevanan bersivandin. Husson got; “Ji bo ragihandina berxwedana jinên Kurd ji bo cihanê min ev film çêkir. Beşdariya jinên Kurd ji bo têkoşînê gelekî mezin e.”
Fessefeya jinên Kurd û Ocalan
Husson got, film qala doza Kurd nake, lê qala têkoşîna jinên Kurd dike û wiha dewam kir: “Dirûşmeya jin, jiyan, azadî ya ku bûye nîşaneya jinên Kurd, ne tenê sembola jinên Kurd e, nîşaneya têkoşîna hevpar û azadiya jinên cihanê ye. Dirûşme di heman demê de sembola felsefeya Ocalan û YPJ’ê ye ya ku dixwaze civakekê ava bike.”
Husson herî dawî diyar kir ku yek ji armancên çêkirina filmê vegotina rastiyan e, ew rastiyên qewimî.