Derhêner Hozan Edbo: Di mihrîcana Dihokê de Nêçîrvan Barzanî girêdayî sînemayê dipeyive û di Mihrîcana Silêmaniyê de Mele Bextiyar. Gelo ji mentiqê ye ku siyasetvanek rewşa sînamegeran nîqaş bike? Yan divê sînemager wan siyasetvanan di filmên xwe de rexne bikin û şaşîtiyên wan nîşanî gel bidin?

EHMED REŞÎD / ANHA / HELEB

Hozan Ebdo yek ji sînemagerên ciwan ên Rojavayê Kurdistanê ye. Lê weke derhênerekî xwendeyê yê vî pîşeyî, serwext e li rewşa sînemaya Kurdî bi giştî lê nexasim jî li Rojava. Ew 1991`ê li gundê Gazê yê li Herêma Efrînê ji dayik bûye. Wî derhênerî û sînema xwendiye li zanîngeha Rûsyayê Vgikê. Wî lîsansa bilind a li ser sînemayê jî li Paymengeha Bilind a Sînameyê li Misrê qedendiye.

   

Yek ji meseleyên sereke ên sînemaya Kurdî, nasnameya wê ye, Ebdo li ser mijarê dibêje: “Wek sînemager û şanogerên Kurd, em li tevahiya cihanê belav bûn û me di zanîngeh û paymengehên derve de sînema xwend. Me hewl dida nasname û hebûna sînameya Kurdî vedîta û me propoxandeya wê û filmên wê bikira. Mijar gelek girêk û zehmet bû ku em ji heval û mamosteyên xwe re şirove bikin. Min nasnameya Sûriyê rakiriye gelo çawa filma min Kurdistanî be?

Gelek dijwar e ku bûyerên dîrokî yên gelekî ku ji hezaran salan ve tê çewisandin û pê nayê îtîrafkirin, werin belgekirin. Ew jî gelê Kurd e.”

Sînemaya Kurdî li meydana xwe digere

Lê belê bi hev ve zeliqandina netewe û dewletan ji bo vê yekê pirsgirêkek çêdikir: Em di nav hevdu de nakok bûn, gelo em navê wê bikin çi? Gelo çawa sînemayek Kurdî beyî hebûna Kurdistanê hebe? Weke, gelo film Sûrî be û bi zimanê Kurdî be yan jî film bi zimanê Kurdî be, derhêner û berhemdanê wê Kurd be û doza gelê Kurd nîqaş dike, ew dibe filma Kurdî?”

Derhêner Hozan Ebdo, hasilî dibêje, di asta navneteweyî de dewlet in ên berhemê diînin. Bi şirîkatiya çende dewletan be, navê wan cihê xwe digire li ser kunyeya filmê. Ha bi vê pirsgirêka nasnameya sînemaya Kurdî û statuya federal a Başûrê Kurdistanê, Ebdo wiha dadikeve: “Pirsgirêka rastîn a sînemageriya Kurdî di roja me ya îro de bi destpêka ragihandina federaliya Kurdî li Iraqê bû. Li Iraqê di rêjeyeke mezin de dizî heye, dema lêçûna filmê hezar dolar be, 20 hezar dolaran dixwazin. Kurdên Iraqê, sînemayê wek warê perebidestxistinê ji xwe re dîtine. Ji ber wê bi sedan derhêner derketin, mebesta min ne derhênerên akademîk in. Lê belê derhênerêm ku derfetan bi kar tînin, li ser hesabê derhênerên akademîk hildikişin. Piştî kişandina dîmena giştî, pêwîst e tu dîmenekî navîn yan jî nêzîk bikşînî ev tişt bingeh e û têrê dike ku tu bibî çêkerê filmê. Lê tu nabî derhêner. Ew derhêner ne ku tenê derfetan bi kar tînin, şerê derhênerên akademîk jî dikin.”

Sendîkaya Hunermendan endametiya wî qebûl nekir

Hozan Ebdo tecrubeya xwe ya kesayetî di warê sînemageriyê de li Herêma Başûrê Kurdistanê anî ziman û got, “Piştî ez ji Peymangeha Bilind a Sînamegeriyê ya Misirê derçûm, min berê xwe da Herêma Başûrê Kurdistanê. Tişta yekser hate bîra min Sendîqaya Hunermendan bû. Ji ber ku li Misirê min bihîst ku Sendîkaya Misirê desteka lojstîk pêşkêşî Sendîkaya Kurdî dike. Ez jî endamê Sendîkaya Misirê ya pîşeyên sînameyî bûm.

Piştî ku min bawernameya zanîngehê û kopiyek ji endamtiya Sendîkaya Misirê pêşkêşî wan kir, tiştekî ecêb ji min xwestin. Gotin ka berhemên te di warê sînemageriyê de çi ne. Bi rastî ez matmayî mam. Min ji wan re filmên min di wan de kar kiriye, vegotin. Lê tişta ku heta niha min fêm nekiriye ew e ku kesê 5 salan rexnegeriya sînemayê xwendibe, dê çi bike?

Ev di sala 2015`an de bû lê heta îro jî ez nebûme endamê Sendîkaya Hunermendan. Sedem jî şerê li dijî DAIŞ`ê û nebûna budceya komkirina şandeyekê ji parêzgehên Kurdistanê bû, da ku endemetiya min nîqaş bikin.”

Sê mihrîcanên weke hev

Hozan Ebdo, îşaret bi nebûna hizr û îdeolojiyeke li ser huner û sînemageriyê dike û rexneyê li awayê mihrîcanên li Başûrê Kurdistanê jî wiha digire: “Li Kurdistanê du mihrîcanên mezin li dar ketin, Mihrîcana Dihok û Silêmaniyê tevî Mihrîcana Hewlerê û mihrîcanên biçûk.

Tevî biserketina van mihrîcanan, lê serketina wê tenê di warê lêçûnê de û teşeya xweşik bû. Îdeolojiya fikrî ya sînemageriyê tine bû. Tişta ku min fêm nekiriye ew e ku çawa sê mihrîcan li sê parêzgehan li herêmeke biçûk li dar dikevin û navaroka hemûyan yek e. Gelo ya baştir ne ew bû ku navaroka her mihrîcanekê cuda bûya? Yanî yek ya filmên dirêj, yek kurtefilman û yek jî anîmasyon bûya. Bi vê yekê ast û qîmeta her mihrîcanekê wê hebûya.

Wezareta Çandê jî ji vê aloziyê berpirsyar e. Dibe ku agahiyên rewşenbîran li ser vê nîn be; wê demê çima wezaret akademîsyenan kom nake ku karibin vê aloziyê çareser bikin.”

Partî sînemayê felc dikin

Hozan Ebdo weke pirsgirêkek din a girîng jî behsa wesayeta partiyên siyasî li ser huner û sînemageriyê dike: “Mihrîcanên Kurdî taybemendiya partîtiyê digirin ser xwe. Pirsa ku xwe di vir de dide pêş ev e, gelo çima boneyên partîtiyê bi destpêkirina mihrîcanê ve têne girêdan? Gelo şert û mercên teknîkî yên mihrîcanê tine ne? Di mihrîcana Dihokê de Nêçîrvan Barzanî girêdayî sînemayê dipeyive û di Mihrîcana Silêmaniyê de Mele Bextiyar. Gelo ji mentiqê ye ku siyasetvanek rewşa sînamegeran nîqaş bike? Yan divê sînemager wan siyasetvanan di filmên xwe de rexne bikin û şaşîtiyên wan nîşanî gel bidin? Gelo divê em spasiya wan bikin ji ber ku desteka sînemayê dikin, yan gelo ev erka wan e?

Di vir de ez pirseke din bikim, heger Andrey Tarkovskî hîna sax bûya û filmek ji filmên xwe yên nostalijî şandiba, gelo komîteya tehkîmê, wê film qebûl bikira yan jî  di navaroka filmê bihişta? Girêdayî berhemdana filman, mirov nikare fêm bike, gelo çawa derhênerek desteka wezareta çandê bê pêşbazî girêdayî senaryoya filmê yan jî şêwaz û çerxa pêşkêşkirina navaroka filmê bigire? Yan tu girêdayî partiyekê bî yan jî kurê kesayeteke berpirs bî, gelo wê kesên serbixwe çi bikin?!”

Lê derhêner Hozan Ebdo ku Diyab û Leya ji filmên wî yên serketî tên qebûlkirin, xwedî hêvî ye; ji berhemanîn û kalîteya sînemagerên ciwan, alternatîf û serbixwe.