MEHMET HALÎT ÇETÎNBAŞ  / MA/STENBOL

Derhênerê belgefilma “Ne qeza ye, cînayet e” Fatih Pinar, diyar kir ku wî arşîvek xist nava rûpelên dîrokê: “Ev cînayet şerma îqtîdar, dewlet, daraz û hikûmetê ye. Ev şerma dewletê dê di nava rupelên dîrokê de cihê xwe bigire.”

Derhêner Fatîh Pinar, ji sala 2008’an ve têkildarî cînayetên kar, nav û bûyeran qeyd dike û belgeyan kom dike. Pinar ji belge û qeydkirinên ku ji malbat û mexdûran girt û têkoşîna malbatan a edaletê kom kir, pê belgefîlma “Ne qeza ye, cînayet e” amade kir. Pinar, 15’ê mijdarê belgefilm da nîşan. Pinar, têkildarî amadekarî û naveroka belgefilmê got, “Li ser pêşniyaza Murat Deha Boduroglu û Banu Cennetoglu yên ku tev li Şahiyên Hunera Navneteweyî ya Assembly ya Bajarê Bergenê (li Norwêcê) ya 3 salan carekê, dibin, min dest bi vê xebatê kir. Li ser vê pêşniyazê, min wekî rojnamevanekî çalakiyên Nobeta Edalet û Wîcdan yên ku ji mehê carekê roja yekşemê dihatin li darxistin şopandin. Min ev yek bi rêk û pêk şopand û belge kom kirin. Di 6’ê Çileyê 2019’an de piştî Nobeta Wîcdan û Edaletê dest pê kir, min dest bi sanaryoyê kir. Heta Tîrmehê min dîmen kom kirin. Beriya dozê û piştî dozê min bi malbatan re roportaj kirin. Têkoşîneke bi ruhê xebata Kolektif hebû. Kedeke mezin li pişt vê xebatê hebû. Dildara piştevaniya Malbatên li Edaletê digerin, Eylem Can, çîrok hemû bi dengê xwe tomar dike. Çîrokên malbatan hemûyan ku li Davutpaşa jiyana xwe ji dest dane, hene. Malbat li edaletê digerin.”

Belgefilm cara pêşî di 15’ê Mijdarê de li Navenda Çandê ya Hemdem a Mizgefta Şişlî hat nîşandan, di Kanûnê de di Mihrîcana Filman Kîjan Mafên Mirovan de, di Çileyê 2020’an de jî di Mihrîcana Filmên Karkeran a li Tirkiyeyê de ev film wê bê pêşandan. Piştî li gelek mihricanên Asya û Ewrûpayê jî bê pêşandan, wê li ser înternetê bê weşandin.