Roja 10’ê Îlonê li bajarê Dihokê Festîvala Filman a Navneteweyî hat lidarxistin. Fîlma Reşeba ku li Dihokê hatiye çêkirin jî di vê Festîvalê de hat nîşandayîn. Di dema nîşandayîna fîlmê de li salona Festîvalê di navbera ciwanên Êzîdî û kesên Festîval organîzekirî de alozî derket. Ciwanan diyar kir ku Reşeba civaka Êzîdî reş dike.

Kesên ku tevlî festîvalê bûn û ji ber ewlekariyê nexwestin navê xwe eşkere bikin, ji RojNewsê re nerazîbûn nîşanî fîlma Reşeba dan. Ev Kurdên Êzîdî dibêjin ku ew di dema nîşandayîna fîlmê de rabûne ser xwe, nehiştine ku fîlm dewam bike.


 ‘Ev fîlm dixwaze bawerî û ola Êzîdayetiyê reş bike’

Li gorî agahiyên temaşekeran, xwe li hev rakişandinek kurt di navbera gel û kesên Festîval organîzekirî de çêbûye. Hema piştî vê yekê, hêzên asayîşa PDK’ê yê Dihokê du ciwanên Êzîdî binçav kirine. Heman çavkanî dibêje, “Ev fîlm ji rastiyê dûr e û tenê dixwaze bawerî û ola Êzîdayetiyê reş bike. Wer dikin ku êdî Êzidiyan li cîhanê bi tenê bihêlin.”

Êzidiyên ji ajansê re peyivî, xwest ku ev fîlm li ti cihê din neyê nîşandayîn. Êzîdiyan, bûyer şiband bûyera qetilkirina keça Êzidî ya bi navê Dua ku sala 2007’an hat qetilkirin.

 

Reşeba behsa çi dike?

Danasîna filmê wiha ye: “Bavê xortekî, ji kurê xwe re keçekê dixwaze. Keça Êzîdî di dema fermanê de dikeve destê çeteyên DAIŞ’ê. Piştî keça ciwan ji destê çeteyan rizgar dibe, bavê xort ji bavê keçikê re dibêje ku kekça we heram bûye, pêwîst e hûn namûsa xwe paqij bikin.”

Di beşeke din a fîlmê de dîmenekî wiha heye: “Li qehvexaneyê çend zilam daxivin û dibêjin; Ev keça ji destê çeteyan derketî heram bûye, ji ber ku DAIŞ’ê tecawûzî wê kiriye.”

Di dawiya fîlmê de bavê keçikê, keça xwe dibe cihekî, çek di destê wî de ye û dixwaze keça xwe bikuje.” Di wê sehneya dawî de Êzîdiyên li salonê amade, rabûn ser piyan û nehiştin fîlm bi dawî bibe. 



Bûyera qetilkirina Duayê

Hêjayî gotinê ye ku sala 2007’an, keça bi navê Dua, hinek kesên girêdayî PDK’ê plana kuştina wê bi blokan danîn. Ev keç bi destê hinek kesan bi kevir û blokan hat qetilkirin. PDK´ê dîmenên vê bûyerê bi zanebûn belav kirin. Balkêş e ku hema piştî çend mehan ji bûyerê, teqîna Til Ezer û Siba Şêx Xidir rû da. Ji ber ku dîmenên Dua wisan hat belavkirin, hemû gelên cîhanê li hemberî vî dîmenî bi hêrs bû. Lê careke din hemû oldar, zana û kesên mezin yên Êzîdî daxuyanî dabûn û nerazîbûna xwe îfade kiribûn. Diyar kiribûn ku ev bûyer komplo û lîstokek e ku ji bo reşkirina baweriya Êzidiyan hatiye gerandin. 


RIZGAR DENÎZ / ŞENGAL