MURAT MANG DUSSELDORF
Civaknas û filmçêker Dr. Robert Krieg bi tesîra Şoreşa Rojava êdî biryarê dide civaka Kurd li Elmanyayê jî bişopîne. Ez di tramwayê de bûm bajarê li Dusseldorfê û min berê xwe dabû ber bi cihê mîtînga ji ber qedexekirina Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî dihat lidarxistin. Ha di wê tramwayê de ez pêrgî Robert Krieg hatim. Piştî axaftineke kurt ez fêr dibim ku ew ê filmekê li ser Rojava çêbike. Ew bi xwe jî halê hazir di nava Înîsiyatîfa ji Kurdistanê re Aştî û Hêvî ya Bielefeldê de destekê dide projeyan.
Dr. Robert Krieg yek ji heyranên Şoreşa Rojava ye. Di semînerekê de ku wî beşdarî lê kiribû, wî bi îhtîmam îşaret pê kiribû ku ev şoreş û projeya wê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, û pê heyraniya xwe ya ji bo Şoreşê îfade kiribû. Di heman demê de ev heyranî veguherîbû heyraniya ji bo Ocalan jî.
Nexasim Tevgera Jinê
Dema em gihiştin meydana mîtînga protestokirina helwêsta qedexekirina festîvala çanda Kurd a dewleta Elman ya li ber Çemê Reynê, min sohbeta bi Dr. Krieg re dewam kir. Kengî vê heyraniya ji bo Rojava dest pê kiribû: “Kanûna par, min di kovareke bi navê Gotara Lîmonê de min gotareke dirêj a li ser Rojava xwend. Piştî hingê, elaqeya min peyde bû ji bo Rojava. Min dest bi lêkolînê kir. Bi komên li derdora xwe re min minaqeşeyên dirêj kirin. Min bêhtir xwend. Nexasim jî Tevgera Jinê ya li rojava gelekî tesîr li min kir. Ji ber ku ez sîstema pederşahî pirr baş nas dikim, û sîstema Filistînê min ji nêz ve dît, elaqeya min ji bo Rojava zêdetir bû.”
Xelk jî siyasî bûye
Dr. Robert Krieg demeke dirêj li Filistînê maye û dibîne ku sîstema Rojava gelekî cihê ye û ji bo çêkirina filman jî li gorî wî mijar bêhtir in: “Tişta ku li Rojava û Kobanî tesîr li min kir, coşa xelkê bû. Ne tenê milet, coşa di nava tevgerê giştî de jî tesîr li min kir. Li Filistînê ev rewş nebû. Coşa tevgerê di vê astê de nebû li Filistînê. Wekî din di tevgerê de siyasîbûn kêm bûbû.
Lê min li Rojava dît ku xelk bi xwe jî siyasî bûye.”
Filmeke çawa?
Dr. Krieg dibêje, mijara filma ku ew ê çêke wê bi giranî sîstema komunan û Tevgera Jinê ya Kurd be û van agahiyan dide: “Me ev belgefilm ancex di 90 deqîqeyan de karî bicih bikin. Wê li sînemayan bê nîşandan. Ji ber ku tecrûbeyên min bi min biyar da dayîn ku ev ê baştir be. Film wê li Elmanyayê yek bi yek li bajaran bê nîşandan. Jixwe ku amade bû bê nîşandan, em ê raya giştî agahdar bikin.”
Şerma dewleta Elman e
Min sedema amadebûna wî li mîtîngê jî jê pirsî û wî wiha li min vegerand: “(Qedexekirina festîvalê) rewşek e ku Kurdan krîmînalîze dike. Ez vê weke yekê ji şermên dewleta Elman dibînim. Ez vexwendina Erdoganî ber bi Elmanyayê ya fermî rast nabînim. Pêşwazîkirina rejîmeke evqasî otorîter ji bo Elmanyayê şermek e.”