Mihrîcana Belgefilman a Film-Amed di roja 3’yan de bi nîşandana 9 filman dewam kir. S7’emîn Mihrîcana Belgefilman a FilmAmed a Komeleya Sînemayê ya Akademiya Rojhilata Navîn li dar dixe, di roja 5’an de ye. Di mihrîcanê de filmên “Pişkova Sedef”, “Birîna Xurûrê”, “Amîna”, “Modela keybanû”, “Sînemayên dayika min”, “Fermandar Ariyan”, “Di piste pista bayê de”, “Ara Guler Carekê ji caran Stenbol” û “Li Sûriye jidayikbûn” pêr êvarê hatin nîşandan. Piştî nîşandana filmên “Sînemayên dayika min” û “Modela keybanû” derhênerên her du filman bernameya gotûbêjê li dar xist. Derhênera filma “Modela Keybanû” Dilan Engin û derhênera filma “Sînemayên Dayika Min” Cansel Karacan bi moderatoriya Lîsa Çalan a ku di 5’ê Hezîrana 2015’an de li mîtînga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê birîndar bûbû û du lingên xwe ji dest dabûn, peyivîn. Her du derhêneran bi kurtasî qala çêkirina filmên xwe kir. Piştî bersiv dayîna pirsên temaşevanan gotûbêj qediya.
Filma Fermandar Ariyan jî rastî elaqeyeke mezin hat. Derhênera filmê Alba Satorra ji ber ku dewleta Tirk qedexe danî ser ku bikeve Tirkiyeyê, nikarî beşdarî festîvalê bibe.
AMED