Wênegir û derhêner Nûrî Ednan bi rêya kurê bi navê Aras ê ku artêşa Tirk a dagirker li Efrînê bi singan êşkence lê kir, xwest kirinên hovene yên dagirkeriya Tirkan nîşanî dinya bêdeng bide.

DICLE EHMED / ZANA SEYDÎ /  ANHA / KOBANÊ

Gelek derhênerên sînemayê ku beşdarî Mihrîcana Filman a Kobanê ya Navneteweyî bûn, diyar kir ku tiştên li Efrînê rû didin, radigihînin cihanê.

Hemû çalakiyên ku li kantona Kobanê tên lidarxistin, ileh navê Efrînê jî hildidin. Efrîn ji bo Kurdan û gelên herêmê bû sembolek, piştî berxwedana dîrokî li dijî artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê, navê wê û peyva berxwedanê bi hev ve hatine girêdan.

Di dema berxwdanê û dagirkeriyê de malên li Efrînê hemû rastî zilm û terora artêşa Tirkiyeyê hatin ku dixwaze demografyaya herêmê biguhere. Piştî êrişa Tirkiyeyê, bi çekên giran û balafiran bi dehan komkujî pêk hatin.

Gelek sînemagerên ku ev dîmenên hovane dîtin, biryar da ku filmên cihêreng çêkin. Di filman de lîstikvan tine ne, dîmen hemû jî ew dîmenên wan qewmînan in ku li ber çavên cihanê li Efrînê rû da. Ev film pêşî li Mihrîcana Filman a Kobanê ya Navneteweyî hatin pêşandan.

Efrîn mijara filman bû

Derhênerê sînemayê yê Efrînî, Mihêdîn Erslan filmeke wî bi navê ”Afirînerê Hêviyê” li mihrîcanê hate pêşandan. Wê filmê xelata baştirîn kurtefilmê wergirt. Mihêdîn got, wî gelekî hewl daye di filmê de tişta ku şêniyên Efrînê bi çavên serê xwe dîtiye, li ber çavan raxe.

Her wiha derhênerê sînemayê Mesûd Kirad, filmeke kurt bi navê ”´Uyun Misafire” çêkir ku di roja 6’an a mihrîcanê de hate pêşandan. Bi filmê wî dixwest wan dîmenên şervanên parastina Efrînê û rola wan di berxwedana sedsalê li Efrînê de nîşan bide.

Li aliyekî din jî wênegir Nûrî Ednan diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete, rêbazên nû yên êşkenceyê li herêmên ku di bin dagirkeriya wan de, didin meşandin. Dagirkeran êşkence kir li ciwanekî Efrînî yê bi navê Aras bi “singan/qazûqan” ku Osmaniyan beriya 500 salî li dijî welatiyan bi kar dianî.

Ednan got, ”Me filmek li ser ciwanê bi navê Aras çêkir, navê filmê ‘Aras’ bû, me dixwest bi rêya filmê ji cihana bêdeng re rastiya artêşa Tirk a dagirker diyar bikin.”

Hêjayî gotinê ye ku Mihrîcana Filman a Kobanê ya Navneteweyî di 13`ê Mijdarê de bi rasthatina salvegera şewitandina sînemaya Amûdê dest pê kir û 7 rojan dewam kir. Mihrîcan bi dayîna xelatan 19´ê Mijdarê êvarê bi dawî bû.