Li gorî agahiyên di Hollywood Reporter de, Eric Styles wê derhêneriya fîlmê bike; û herçî senaryoya fîlmê ye jî, Jeffrey Freedman nivîsandiye. Ji bo fîlma ku di dema pêşiya me de dîmenên wê dê bên girtin, Vittorio Storaro wê derhêneriya dîmenan bigire ser milên xwe û muzîkên filmê jî wê karê Gabriel Yared be.
Li gorê nûçeyê, lîstikvanê navdar Gerard Depardieu û Max von Sydow wê serlîstikvaniya fîlmê bikin, ligel wan Axel Milberg û Marianne Sagebrecht jî wê hebin. Hat zanîn ku kesê rola Bach bilîze hê nediyar e, lê ji bo fîlmê budeceyeke 21 mîlyon dolarî hatiye veqetandin.
Fîlma ku çavli rê ye ber bi dawiya 2017’an ve bikeve vîzyonê bi destpêka sala nû re wê girtina dîmenên wê wî destpê bike.
NAVENDA NÛÇEYAN