Behmen Qubadî der barê projeya xwe ya ji bo vê filmê, nivîsek li ser rûpelê xwe yê taybet ê Facebookê belav kir. Qubadî dibîje, ew film wê behsa jiyana wan zarokan bike ku ji ber şerê DAIŞ’ê penaber bûne û di kampan de ne.

Derhênerê Kurd ragihand ku di vê projeyê de 6 derhênerên ji Herêma Kurdistan û Tirkiyê wê ji bo 2 mehan di kampên penaberan de zarokan di warê awayê girtina dîmen, wênegirtin û herwiha rewşa çêkirina filmê de fêr bikin.

Qubadî derbarê filma xwe de dibêje: “Ev kurte film hemû, wê bi awayê filmeke sînemayî di festîvalên navneteweyî û navendên zanistî yên sînemayê yên li cîhanê de werin nîşan dan.” Derhênerî û senaryoya filmê ya Qubadî bi xwe ye. Rêveberê projeyê jî Şaho Nîmet e. 


 NAVENDA NÛÇEYAN