Fîlmekî reş, tarî û bi tirsê dorpêçkirî, fîlmekî reşbîn…
Di serî de em bibêjin ku fîlm tiştekî nû ji me re nabêje lê fîlmekî paqij û dilsoz e.
Paqijiya wî ji vê yekê tê; nepixandin tuneye. Dilsoziya fîlm ji virt ê; mijareke ku em ji nêz de dizanin bi gotinek sade û xwerû vegotiye. Tiştê ku qedrê fîlm bilind dike ev e, ne bi dirûşman lê bi dîmenan fîlmê xwe hûnandiye. Afirandina atmosfera fîlm serkeftî ye. Atmosfera fîlm, ev fîlmî ji dorpêçiya fîlmên ji rêzê xelas kiriye! Emîn Alper, dora fîlmê xwe bi derhêneriya dîmenan baş pêçaye. Nexwe wê ev fîlm ewqas bandor li ser me çênekira. Ev jî dide xuyakirin ku dîmenên bi hêz rengê fîlmekî diguherînin. Mijar her çiqas were zanîn jî gotin û şêwaz girîng e. Mînak, vê senaryoyê derhênerekî din bikişanda belkî bandora wî cûdatir bûya. Alper, derhênerekî ku zane ew çi dikişîne û ji bo çi dikişîne. Kameraya xwe polîtîk bikar tîne û binê dîmenên xwe tije dike. Ji bo sînemaya Tirkiyê xwîneke nû û nêrîneke bi hêz. Li “piştî pal” “dorpêçî” heye, Alper ev car dorpêçiya piştî pal vegotiye ji me re…
Wêneyên dojehê
Alper, wêneyên dojehê kişandiye.
Dojeha komarê. Dojeha civakê. Dojeha kesayetan. Dojeha tarîstanê.
Alper, bi fîlmê xwe yê “Dorpêçî” dojeha Tirkiyê vegotiye. Tirkiye çi li derve û çi li hundir; çi îro û çi jî doh dojeh bûye û hîn jî dojeh e. Wisa dixuye ku ew ê demek dirêj jî dojeh bimîne. Di vê dojehê de her tim dora mirovan hatiye pêçandin û talûke li ber deriye. Bi vê dorpêçiyê her tim xwestine ku mirov bitirsin û “werin rê”. Lê mixabin hin tişt hene ku bi darê zorê nayên rê…Mixabin! Ji lewre jî her tim serhildan rû da ne û bi van serhildanan hatiye xwestin ku ev dorpêçî werin qelaştin û riya azadî û xelasiyan werin dîtin.
Atmosfereka taristanî
Komar û hêzên wê yên ewlekariyê dixwazin bi saya tirsê jiyana civakî bikin wek dojehê. Her wiha kesayetan jî di nav diranên vê tirsê de dieciqînin û kesayetên ne çalak diafirînin. Komar bi saya kesên tarî dixwaze atmosfereka taristanî li serê civakê bike bela û civakê di vê atmosferê de bifetisîne. Ji lewre jî, wek tevnepîrkê xwe li dora civakê ango kesayetan dipêçe, dipêçe û hey dipêçe. Dixwaze wan di nav vê pêçandinê de tune bike.
Tiştê herî balkêş ewe ku Alper, senaryoya vî fîlmî di salên 1990’î de nivisandiye. Lê ji ber şert û mercan nikaribûye bikişîne. Alper, fîlm îsal kişandiye û tiştekî nû li senaryoya xwe zêde nekiriye, ji ber ku li Tirkiyê ji salên 1990’î hetan îro tu tişt nehatiye guhertin. Tirkiye imperetorê herî mezin yên dubareyan e! Heman dorpêçiya salên 1990’î îro jî li Farqîn, Cizîr û Nisêbînê rû dide û her roj bi tanq û topan civakê qir dikin û dixwazin çavên wan bitirsînin! Lê li van bajarokan jî wek Alper di fîlm de nîşan daye, hin cîhanên azadîxwaz li ber xwe didin û dixwazin vê dorpêçiya hêzên tarî biqelêşin û xwe ji vê dorpêçiyê rizgar bikin.
Welatê dubareyan!
Ev hêzên tarî her çiqas bi tirsê derdora civakê dipêçin, piştî demekê ev tirs wek bumerangê vedigere û bi van hêzan vedide…Êdî tirs li serê wan jî dibe bela û dikin nakin, nikarin xwe ji vê tirsê rizgar bikin. Carna tirsa ku belav dikin di serê wan de diteqe!
Di fîlm de em bi çavê Kadir yê ku 20 sal di girtîgehê de maye û derketiye li derve dinêrin. Derve ji hundir dojehtir û dijwartir e. Hepsa mezin derve ye. Dorpêçiya mezin li derve ye. Jixwe di sehna pêşîn de jî ev yek baş tê nîşandan. Kadir, dibe sîxur! Sîxurtî hepsa herî mezin e! Roja yekemîn Kadir li ser hin dengan ji xew şiyar dibe û dixwaze derkeve derve lê derî bi zîncîrên qalind li ser hatiye girtin û ew nikare derkeve derve. Ew ê Kadir derkeve lê bi şertekî, divê ew ji van hêzên tarî re sîxûrtiyê bike…Em ji bi Kadir re him bi him dikevin nava rastiyên din. Piştî demekê tirs mirov tiredînî dike, xeyal û rastî tevlî hev dibin. Alper, vê rewşê baş rave kiriye. Bi deng, dîmen, ronahî, lîstikvanî û kûrahiya qadê derûniyek bêhempa afirandiye. Destê wî sax bin. Riya wî vekirî be.
Ax Tirkiye, welatê dubareyan. Gunehê mirov bi te tê..!
Ji tirsê re NA
Ji dorpêçiyê re NA!
ARDÎN DÎREN