Mîhrîcana Fîlmekîmî ku ji aliyê Weqfa Çand û Huner a Stenbolê ve îsal a 10’emîn tê lidarxistin di navbera 8-15’ê cotmehê de dê bê pêkanîn. Ancax Mihrîcana Fîlmekîmî îsal suprîz kir û biryar girt ku derkeve derveyî Stenoblê jî. Yek ji 5 bajarên ku dê mîhrîcan lê bê darxistin jî Amed e. Rojên sînemayê yên Amedê jî di navbera 27-30’ê cotmehê de wê bê lidarxistin. Bilêd jî li gorî rewşa Amedê a civakî hatin diyarkirin. Bûhayê bilêdên ku li Stenbolê 14 TL ye li Amedê wê 5 TL yan bê firotin. Her wiha bilêdên bûhaşikestî jî dê 3 TL yan bên firotin.
Di Fîlmekîmî de wê nêzî 40 fîlmên derhinerên hoste yên di gelek mîhrîcanan de xelat girtine û li mihrîcanên Berlîn, Cannes, Venedîk û Torontoyê promiyerên wan hatine pêkanîn bên nîşandan.
Sînemahêz dê bikaribin li gel fîlmên wekî “Zarokê xwedî bisiklet” (Bisikletli Çocuk), Melankolî, Elena, Snowtown, Artîst ku li Cannesê rastî eleqeyek gelem baş hatibûn û fîlmên derhinerên hoste yên Gus Van Sant, Steven Soderbergh, Davîd Cronenberg û Lynne Ramsay jî temaşe bikin.
ANF/STENBOL