Em hewl didin bi 60 kurtefilman û 20 belgefîlman, wêneyekî giştî li ser Şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê darîçavî cihanê bikin.

DÎCLE EHMED/ZANA SEYDÎ / ANHA / KOBANÊ

Mihrîcana Filman a Navneteweyî ya Kobanê doh di roja xwe ya duyem de dewam kir. Çalakiyên di çarçoveya mihrîcanê de doh li bajarê Kobanê dest pê kiribûn.

Doh çalakiyên Mihrîcana Filman a Kobanê ya Navneteweyî ku cara yekemîn e ku li ser asta Bakurê Sûriyeyê tê lidarxistin, dest pê kir. Komîna Filman a Rojava mihrîcanê orgenîze dike. Di çarçoveya mihrîcanê de 80 film wê li Hola Navenda Çand û Huner werin pêşandan.

Mihrîcan bi boneya salvegara 58’an a Komkujiya Amûdê tê lidarxistin. Di komkujiya Şewata Sînema Amûdê de sala 13´ê Mijdara 1960´î de 283 zarok ku li sînemaya bi navê Şehrazad, jiyana xwe ji dest dabû.

Pira navbera piştgiran û mekanê berxwedanê

Endama Komîna Filman a Rojava û endama komîteya amadekar a mihrîcanê, Denîz Têkoşîn got, wan bajarê Kobanê hilbijart ji bo ku wê peyamê bidin, ew filmên berxwedanê lli bajarê li dijî dagirkeran li ber xwe dayî nîşan didin.

Denîz da zanîn ku ew hewl didin bi rêya pêşandana filmên li ser berxwedanê, pirekê di navbera berxwendana li herêmên bakurê Sûriyeyê, Efrîn, Kobanê û gelên cihanê de ava bikin ku piştgiriya berxwendanê dikin.

Denîz wiha pê de çû: “Em hewl didin bi 60 kurtefilman û 20 belgefîlman, wêneyekî giştî li ser Şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê darîçavî cihanê bikin. Ji ber ku film bandoreke mezin li ser civakan dikin, Armanca me ew e ku dînamîk bin û bihêlin ku gel girîngiya ruhê berxwedanê hîs bike, her wiha çanda berxwedanê li hemberî her zehmetiyê hebe.”

Azadiya jinê mijara navendî ye

Di mihrîcanê de sînemager û muzîkjen, ji gelek dewletên cihanê beşdar dibin, lê ji ber pirsgirêkên ewlekariyê hin ji wan, di nav de komîteya hekem (jûrî) ku ji 6 kesan pêk tê, nikaribûn bihatana Rojava.

Pirraniya filmên ku dê 7 rojan li bajarê Kobanê bêne pêşandan, li ser mijarên azadiya jinan, ruhê berxwedanê û her wiha hejmareke mezin ji filman jî têkildarî berxwedana Efrînê ne.