
Paytexta Fransayê Parîs malovaniyê dike li 4’min Festîvala Fîlmên Kurd a Parîsê. Yekemîn Festîvala Fîlmên Kurd a Parîsê ku sala 2006’da pêk hat, îsal jî di navbera 21 û 27’ê Cotmehê de bireve diçe.
Di çarçoveya festîvalê de, 8 rojan wê fîlmên dirêj, kurt û belgefilm bi giştî 31 fîlm bên nîşandan.
Diyarî şehîdên Parîsê hat kirin
Festîvala diyarî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan Leyla Şaylemez û Rojava hatiye kirin, û film jî wê li Sînemaya Reflet Medicis bên nîşandan.
Kolektîfa Sînemavan û Hunermandan a Kurd a Parîsê (COCDARK) û Parîs TEV-ÇAND festîvalê organîze dikin, û fîlmên weke Hêvî, Mêşvan, Memories on Stone, Mardan, Mavî Rîng, Bêkas, Pepûk, Berroj, Mîraz, Baghdad Messî tên nîşandan. Festîval doh êvarê saet 19:00’an li Sînemaya Arlequîn bi konsera hunermend Tara Jaf dest pê kir.
Gelek derhênerên Kurd beşdar dibin
Komîteya Amadekar a Festîvalê derbarê festîvalê de daxuyaniyek da. Komîteyê bal kişand ser sînameya Kurdî û diyar kir ku sînemaya Kurd hem li Kurdistanê hem jî li Ewropayê gelekî bi pêş ketiye. Komîteyê diyar kir ku ew jî wekî komîteyê dixwazin van fîlman bigîhnin Kurdên li Fransayê û her weha bi Fransiyan jî sînemaya KUrdî û pê re çanda Kurdî bidin nasîn. Komîteyê ragihand ku di festîvalê de wê gelek derhênerên Kurd jî amade bin. Komîteyê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li Kurdistaniyên Parîsê kir ku tevlî festîvalê bibin.
Ji navnîşana www.festivalcinemakurde.com jî mirov dikare xwe bigihîne festîvalê.
ANF/PARÎS