Koma bi navê Koma Çandê ya Çira (Chra Kultur Och Media) wê ji bo cara yekê li bajarê Swêdê Borasê Festîvala Filmên kurdî bi rêxistin bike.
Kom destpêka 2018´an ji bo bi pêşxistina çanda Kurd li ewrûpayê hat damezrandin. Festîvala bi navê Hefteya Festîvala Filmên Kurdî wê îna li pşiya me dest pê bike û heta yekşemê dewam bike. Film wê li Hola Pirtûkxaneya Giştî ya Borasê bên pêşandan.
Festîval bi hevkariya parêzgehên Silêmanî, Hewlêr û Dihokê pêk tê. Organîzator dibêjin, heta niha wan kariya her mesrefa festîvalê bi xwe fînanse bikin. Ew dibêjin, wan kariye bernameyeke dewlemend amade bikin.
BORAS