Piştî wê, bi beşdar bi otobusan çûn salona ku film lê hatin nîşandan û li wir filma “Heger Bimirim, Ez ê Bikujim” ê ku Hiner Selîm derhêneriya wê dike hate nîşandan. Piştî wê jî lîstokvanê sereke yê film Jonathan Zaccai hevpeyvîneke kurt bi temaşevanan re pêk anî.
Ev mihrîcan di sala 2001 de dest pê kir, ji sponsoriya Navenda Civaka Kurdan, KEA û Mala Gel û gelek saziyên din ve tê lidarxistin. Di mihrîcanê de 18 filmên metraj dirêj, 30 belgewarî û 55 kurtefilm, bi giştî 103 berhem wê bi temaşevanan re bêne ba hev. Ji 18 filmên metraj dirêj 16 filmên derhênerên Kurd in.
Di nava vana de filmê Sedat Yilmaz ê bi navê “Press” ku zextên li ser rojnameya Ozgur Gundemê vedibêje, dîsa filmê Ûmût Hozatli yê bi navê “Lost Freedom” (azadiya winda), her wiha filmê Winda yê bi îmzeya derhênerên ciwan Abdullah Yaşa, Alî Kemal Çinar û M. Sait Korkut Wenda jî wê bêne nîşandan.
Her wiha, herkes bi mereq li benda filma “Meş” a Şiyar Ebdî yê ku di Mîhrîcana Filman a Antalyayê de xelat wergirt e.Wê Ebdî der barê filma xwe de hevpeyvînekê bi temaşevanan re pêk bîne.
Ligel vana jî, ji her çar aliyên Kurdistanê, ji Îngilîstan, Ewrûpayê derhêner wê bi bi berhemên xwe ve derbikevin pêşberê temaşevanan. Hate zanîn ku ji bo vê yekê zêdetirê sed serlêdanên kurtefilman pêk hatine, ji vana wê tenê 20 film bêne hilbijartin. Yên ku wê qezenç bikin jî wê di 24’ê mijdarê de xelatên xwe werbigirin.Ligel nîşandana filman, wê çar derhênerên ku niha kişandina filmên wan berdewam dikin, bi riya hevpeyvînên înteraktîfê li sînemahezên xwe re bêne ba hev û wê ezmûnên xwe parve bikin. Her wiha tê plankirin ku di mihrîcanê de ji aliyê derhêner û lîstikvanan ve panel bêne lidarxistin.
ANF/LONDON