Yek ji avakerên Mîhrîcana Fîlmên Fîlmmor a Seyar a Navneteweyî Melek Ozman, destnîşan kir ku ji ber qeyûmên tayînî şaredariyan hatine kirin, îsal nikaribûn li bajarên Kurdan mîhrîcanê pêk bînin.

Fîlmmor sala 2001’ê hat avakirin. Tenê fîlmên ku li ser jiyana jinan, zor û zehmetiyên ku jin di jiyana civakî de bi wan re rû bi rû dimînin, çêdike. Her wiha bi fîlmên xwe balê dikişîne ser têkoşîna jinan.

Ekîba Fîlmmorê, her sal Mîhrîcana Fîlmên Jinan a Fîlmmor a Seyar a Navnetewî li dar dixe û di çarçoveya vê mîhrîcanê de li gelek deverên Tirkiyeyê xwe digihîne jinan. Heta niha gelek fîlmên li ser mijarên “Nihêrîna jinan a ji bo şidetê”, “Piştevaniya jinan” û “Namûs”ê dane nîşandan.


‘Destketiyên 40 sal hatin desteserkirin’

Ekîba ku di çarçoveya mîhrîcanê de diçe bajarên Tirkiyeyê û Kurdistanê, îsal ji ber şert û mercên Rewşa Awarte (OHAL) û Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de (KHK), nikaribû li bajarên Kurdan pira piştevaniyê ava bike.

Yek ji avakerên Mîhrîcana Fîlmên Fîlmmorê û her wiha avakera Weqfa Piştevaniya Jinan, Melek Ozman, diyar kir ku di çend salên dawî de ji ber polîtîkayên dewletê, bi awayekî cidî jin bi çewisandinan re rû bi rû mane û got: “Di demên dawî de qada têkoşînê ya jinan gelekî hat astengkirin. Ji ber vê em jî di warê dîtbarî yanî bi sînemayê têkoşîna jinan radigihînin jinan.” Melekê anî ziman ku ji sala 2013’an û vir ve, wan Fîlmmor veguhestiye Amed, Êlih, Mêrdîn û gelek bajaran û got, îsal bi xespkirina vîna gel û KHK’yan saziyên jinan hatine girtin. Melekê wiha domand: “Bi qedexeyan destketiyên 40 salan ên jinan û destketiyên rêveberiyên herêmî yên gel hatin xespkirin û desteserkirin.”


‘Têkoşîna Kurdan hêzê dide’

Melekê, ragihand ku ew bêyî rêveberiyên herêmî, komele û saziyan nikarin mîhrîcanê li dar bixin û got, TV 10, ÎMC TV, Ozgur Radyo, saziyên jinan û gelek saziyên din ên ku piştevaniya wan dikirin bi KHK’yan hatine girtin. Melekê wiha dawî li gotina xwe anî: “Wek hûn dizanin, her kesî bêdeng dikin. Piştî akademîsyenan dê berê xwe bidin me, sînemageran. Ez kesek im ku hêzê ji jinên Kurd werdigirim. Ji bo wan şert û merc çi dibin bila bibin, li ser piya disekinin. Têkoşîna wan hêzê dide min. Em ê jî hewl bidin ku di vê pêvajoyê de li ser linga bisekinin da ku di pêvajoya pêş de bi awayekî hêzdar em biçin herêmê.” 


MÊRSÎN