Fîlosofên ku geh di şerê li dijî dijmin çeka wan li mil e, dema di nava gel de ne jî banga hişyariyê ne û pirî caran jî wan hestên xwe yên mirovheziyê bi helbestên xwedî hêvînek dewlemend beyan dikin. Hevalê Wesfî kesekî wiha bû. Carna helbestên xwe yên bi zimanê Tirkî ji min re dixwendin, lê naverok wisa edebî û kûr bû ku bêşirove kirina wan min nedizanî çi dibêje. Helbestên wî xwedî kûrahiya eşqeke wisa mezin û şefaf bûn ku her kesî dizanî ka ew çi dibêje û xweziyên wî çine. Dema min ew dît, sê sal bû ku ji girtîgeha Amedê derketibû. Ez û çend kesên din têhniyên zanînê bûn. Zanîn li ser rûdanên ku li Bakurê Kurdistanê diqewimîn. Carna BBC a Farsî, carna Deutsche Welle û kêm zêde rojnameyên weke SELAM jî bi zimanê Farsî li ser şerê şervanên Kurd bi artêşa dewleta Tiriyê re nûçe belav dikirin. Lê em li pey naskirina wê hereketê bûn ya ku li piştî salên giran û reş gelek tabûyên dewleta Tirkiyê şikandibûn.
Heval Hamze bi rûyê xwe yê tije girnijîn û heza kûr di çavên wî da bû kilîta wî deriyê li ser cihana me girtî ku me dixwest em bikevine navê û berî her tiştekî Kurdistana xwe bêtir nas bikin. Û dema li pey hevdîtina yekê dîsa min û çend hevalên xwe ew dît û dest bi pirsên xwe kirin, hevalê Wesfî bi hezeke bêdawî, lê bi berfirehî dest bi bersiva pirsên me kir. Weke profesorekî ku dehan xwendevan li hemberî wî rûniştibin, kûr û dûr li ser mijarên pêwîst bersiv dida pirsên me. Maf dida wateya wê jiyana ku xweştirîn salên temenê xwe jê re fîda kiribûn. Wesfî bi hemû heza xwe ya ji Kurd û Kurdistanê re, lê xwedî bîr û ramanên cihanî jî bû. Sinor di mejiyê wî da bêwate bûn, lê baş dizanî ka çi bi serê welat û qedera gelê wî yê belengaz anîne. Her tim wiha digot:“ Di roja îro de ti netewe ji Kurdan ferztir nîne ku şoreşgerek jê re xîzmetê bike. Kîjan mirov, li kû dibe bila bibe, lê ger xwe insan dihesibîne divê bê Kurdistanê û li dijî mêtîngerên dagîrker xebatê bike....“