Fînlandiyayê 3 jinên çete yên hemwelatiyên xwe tevî 9 zarokên wan roja Yekşemê ji Kampa El Hol a Sûriyeyê birin.

Yek ji rojnameya herî mezin a Fînlandiyayê Helsîngîn Sanomatê nivîsî ku DAÎŞ’î ji Kampa El Holê anîne Fînlandiyayê. Rayedarên Wezareta Parastinê ya Fînlandiyayê ev nûçe piştrast kir û diyar kir ku jin û zarok bi derfetên xwe ji kampa El Holê derketine, derbasî Tirkiyeyê bûne û bi alîkariya Sefareta Fînlandiyayê ya li Enqereyê hatine welat.

Li gorî rayedaran 3 malbat di biharê de ji kampa El Holê reviyane û ketine Tirkiyeyê. Sefareta Fînlandiyayê jî bi hevkariya rayedarên Tirk ji bo jin û zarok werin Fînlandiyayê pasaportên wan amade kirine.

Di Kanûna borî de partiyên hikumetê ji bo aqûbeta welatiyên Fînlandiyayê yên li Kampa El Holê li hev kiribûn. Ji bo çûnê wê alîkarî bidana zarokan û tu alîkarî nedana dayikan.

Rêveberiya Xweser a Rojava diyar kiribû ku veqetandina zarokan a ji dayikan dûrî mirovayetiyê ye û vê pêşniyaza Fînlandiyayê red kiribû. Hevserokê Konseya Karê Derve ya Kantona Cizîrê Abdulkerîm Omar diyar kiribû ku ew ê destûrê nedin ku zarok ji diyên wan veqetin.

 

ANF/STOCKHOLM