Li gorî rapora SaferGlobes ku saziyeke ramanî ya alîgirê aştiyê ye, Fînlandiyayê di navbera salên 2002-2016’an de bi du qatan zêdetir çek firotine. Fînlandiyayê sala 2003‘an bi buhayê 49 milyon Euroyî çek firotine. Sala 2016’an qat bi qat zêde kir û bi buhayê 133 milyon Euroyî çek firot.
Ya ku SaferGlobesê dixe nava fikar û gumanan ew e ku Fînlandiya çekan difiroşe dîktatorên li Rojhilata Navîn ku pê şerê li dijî gelên bindest dimeşînin. Fînlandiyayê di sala 2013’an de ji sed çekên xwe yên firotî tenê yek firotine welatên Rojhilata Navîn. Lê ev rêje di sala 2016’an de bûye ji sedî 63
Welatên sereke yên Rojhilata Navîn ku Fînlandiya çekan difiroşe wan; Tirkiye, Erebîstana Siûdî, Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî û Qatar in ku li wan welatan sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin.
ANF/STOCKHOLM