Şervanên YPG/YPJ’ê cenazeyê Endamê Ragîhandina YPG’ê Mehmet Aksoy (Fîras Dag) ber bi deriyê Sêmalka ve oxir kirin. Ji vir jî wê cenazeyê Dag ber bi Paytexta Ingilistanê Londonê ve bête oxirkirin.

Şervanê YPG’ê û endamê buroya ragîhanê ya YPG’ê Fîras Dag 26’ê Îlonê dema şerê li Reqayê dişopand, şehîd bû.

Beriya bi du rojan li bajarê Dêrikê merasîm ji bo Dag û 3 şervanên din ên YPG’ê hat lidarxistin. Doh jî bi dehan şervanên YPG/YPJ’ê cenazeyê Fîras Dag ber bi deriyê Sêmalka ve oxir kir, da ku ji Başûr jî ber bi paytexta Ingilistanê Londonê dê bête oxirkirin. Çav li rê ye ku malbata wî li wir cenazeyê wî defin bike.

Beriya oxirkirina Dag şervanên YPG/YPJ’ê rêzgirtina eskerî kir û paşê yek ji hevalên Dag axivî û bal kişand ser rola wî ya şopandina hemleya rizgarkirina Reqayê di aliyê çepemeniyê de.

Paşê şervanan cenazeyê Dag ber bi deriyê Sêmalka ve bi rê kir û ji wir ve ber bi Başûr ve cenaze hat oxirkirin. 


ANHA / DÊRIK