Piştî xebatên amadekariyê bi dawî bûn, Radyoya FIRAT FM´ê li ser pêla 107.7 dest bi weşana testê kir. Firat FM ji bajarê Tebqayê weşanê dike û li herêmeke bi ferehûna 50 kîlometreyîn bi çarçik tê bihîstin.

Piştî rizgarkirina bajarê Tebqayê ji çeteyên DAIŞʹê û vegera jiyanê li wir, Radyoya FIRAT FM´ê dest bi weşana testê kir. Di demeke nêz de radyo wê dest bi weşana zindî bike.

Radyoya FIRAT FM, ji saet 7:00`ê sibehê heta 12:00´ê şevê weşanê dike. Di dema testê de ew ê tenê stranan biweşîne.

Di radyoyê de niha tenê xebatkarek dixebite û amadekariya pêşwazîkirina endaman ji bajarê Tebqayê tê kirin da ku dest bi weşana zindî bê kirin. Museb El-Hisên ku niha di radyo de dixebite, da zanîn ku wan belavokên ji bo pêşwazîkirina endaman li tax û kolanên bajar belav, kirine.