Çeteyên DAIŞ’ê pêr danê êvarê êrîşî gundên Bîr Cerbo, Cerwa, Rîhaniyet, Ûm Tenek û Royan kirin, û ev gundên navbirî di Qonaxa 4´an a Pêngava Xezeba Firatê de hatine rizgarkirin.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bersiv dan êrîşê û li ser vê yekê şerekî dijwar rûda. Vî şerî doh heta saet 15:00´an dewam kir. Di vî şerî de, balafirên şer ên hêzên koalîsyonê jî li çeteyan da û di encamê de 70 çete hatin kuştin. Cenazeyên çeteyan, li herêma di kontrola hêzên QSD’ê de man.

Wekî din, di şer de hêzên QSD’ê 9 çekên kalaşnîkov, 52 şarjor, 2000 fîşekên kalaşnîkovê, 9 bombeyên destan, çekek M-16, 3 roketavêjên bi tîpa RPG B7 û 3 cîhazên dîjîtal ji ser çeteyan rakirin. Piştî vî şerê dijwar, hêzên QSD’ê li dora van gundan dest bi lêgerîn û karê paqijkirinê kir. 


 REQA