
HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku 4’ê Cotmehê gerîlayên HPG’ê li dijî eskerên artêşa Tirk ên ewlekariya rêya Qereqola Şuwê ya li bajarokê Bajêrgeh ê ser bi Gevera Colemêrgê rûxandine, 9 esker kuştine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyê de daxuyanî da û got, “Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, hêzên me roja 4’ê Cotmehê saet di 06:40 de, li bajarokê Bajêrgeh ê navçeya Geverê ya ser bi Colemêrgê li hemberî leşkerên ku ewlekariya karê çêkirina rê ya ji bo qereqola Şuwê dikirin, çalakiyeke sabotajê hat kirin.” HPG´ê da zanîn ku di vê çalakiyê de wesayiteke eskerî ya tîpa Reo bi temamî hatiye rûxandin û 9 eskerên Tirk ên dagirker hatine kuştin û 4´ên din jî birîndar bûne.
ANF / BEHDÎNAN