Jinan li Tirbespiyê bi desteka Buroya Jinan a Şaredariya Gel firneya bîskuwîtan vedike.

Buroya Jinan a Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê bi alîkariya hin welatiyên navçeyê dest bi amadekariya vekirina Firneya Rojava dike. Piştî ku ji hemû aliyan ve alavên firneyê hatin peydekirin, tê payîn ku firne di demeke nêz de vebe.

Firne dê bi taybetî ji bo hemû cureyên bîskuwîtan be, her wiha dê ji bo nanê semûn, getû û şîraniyê jî be. Rêveberiya firneyê dê ji aliyê Buroya Jinan a Şaredariya Gel ve be kirin û 6 jin dê tê de kar bikin.

Endama rêveberiya Buroya Jinan di Şarederiya Gel a Tirbespiyê de Efîfe Silêman da zanîn ku armanca vê projeyê peydekirina derfetên kar ji bo jinan û geşkirina aboriya Buroya Jinan e. Efîfe wiha peyivî: „Zehmeta ku welatî ji bo peydekirina kilor û bîskuwîtan dibînin, wê êdî kêm bibe, her wiha firne wê her roj kar bike.”

 

ANHA/QAMIŞLO