Çend sal e ku di qada sînemaya Kurd de, li ser hev çendîn pêşketin, pêk tê. Ango em dikarin bêjin li ber çavên dinyayê sînemayek ava dibe. Belê rast e berî vê nêzî 40 sal bi saya Yilmaz Gunêy, taybet jî bi fîlma Umut (Hêvî) bingehek hatibû avêtin, lê piştî Yilmaz Guney çend sal meşa zayîna sînema ya Kurd li şûna xwe sekinî bû, heta ku li Rojhilat di bin bandora sînema ya Farisiyan de çend fîlm were çêkirin û li Bakur jî bi piştgiriya Tevgera Azadî saziyên çand û huner were sazkirin.
Piştî ev pêşveçûyînan li Başûr jî nîvî bi nîvî dewletek hat avakirin û derfetên aboriyê derketin holê. Ewilî bi van derfetan nezaniyeke derket holê; çend însanên ku li televizyonan xebat kirîbûn û xwedî tekiliyên siyasî bûn, cilê xwe raxistin li ser wan derfetan, wek bendavek ber kaniya pare sekinîn û nehêliyan ku kes ji wan derfetan sûd bigire û berheman çêbike. Lê piştî çendek çend kesên ku xwedî êşqa sînema bûn, bi bêderfetiyê ve jî hêza xwe nîşan dan û çend filmên cihanî afirandin. Li Rojhilat jî her wisa... Ne bi awayekî gelemperî, bi awayeki kesane sînemayekê ava bû; kesên ku ji Farisiyan hin tişt fêrbûbûn û di dilê wan de jî êşqa sînema dikeliya, dîsa çend berhemên cihanî afirandin û temam ev berhem jî li cihanê bal kişand û ji bo ku sînema ya Kurd were binavkirin wek nimûne hatin dîtin.
Lê li Bakur xeteke cûda birê ve çû. Di vî xetê de xebatên kesane û xebatên saziyan bi hev re meşiyan. Jixwe sazî û rêxistinên sînema ya Bakur, ji xebatên kesane te zêde derfet nerijand, yên saziyan re jî derfetên ku da jî ne ewqasî balkêş bûn. Ji ber vê yekê jî sinemayê ku li Bakur ava bû, zêde zêde bi kurtefîman xwe binav kir, di qada kurtefîlman de teqîneyeke afirandinê çêbû, kêm kes jî bi awayekî tesaduf ji xwe re hin derfet dîtin û bi hijmarî hema çend fîlm çêkirin.
Di vî navberê de xeteke cûda jî vebû; li Başûr, li Rojhilat, heta çend sînemagerên Bakur jî di nav de, çend sînemager xwe gihandin derfetên Ewropa. Ev jî rengê xwe danî li ser sînemaya Kurd. Çi ku, her kesên ku li Ewropa derfet didîtin, ji bo nêrîn û ecibandina Ewropayiyan nêzî çîrokên xwe bûn. Ewropayiyan çi reng û çîrokên çawa diecibînin zêde zêde li ser vê xeta sekinîn û ji bo ku di festîvalan de xelat û çepik bigirin bi awayekî otomotîv motive bûn.
Bi van hemû sedeman jî tişteke xeter û nebaş hate holê: Rûpeleke wisa vebû ku, êdî Kurd ji dunyayê re stûxwarî û trajedî êxraç kir, ango çend derhênerên Kurd ku li dunyayê tên naskirin, êdî ji dunyayê re trajedî difroşin. Belê rast e, di jiyana Kurdan de trajedî heye, lê temam çîroka Kurd ne trajediyê ve xemilî ye. Jiyana Kurd ne trajedî ye. Nasnameya Kurd ne ev e. Xuyanga ku ji civaka Kurd xwe dide der ne trajedî ye. Ex xetere xetereyeke gelek mezin e. Çend roj berê li London’ê 9. Fîlm Festîvala Kurd hate çêkirin, li wê derê min bi hevalekî xwe sohbet kir û di nav sohbetê de ew heval anî ziman, ev mefhûmê bikar anî, ev gotin mejiya min serî heta binî hêjand. Vê car min got ez hema wek bi awayekî kurt û kurmancî bilêv bikim lê ezê di nivîseke berfireh de li ser vê yekê pîçekî kûr bim û çendîn hûrnerîna xwe bînim ziman.