Li navçeya Hozata Dêrsimê jî gelek mirov hatin teqkirin. Di serî de Şaredarê Hozatê Cevdet Konak welatiyên navçeyê ji aliyê rêveber û nûnerên fermî ve hatin d8eqkirin. Ji ber vê yekê bertek zêde dibin. Hate zanîn ku kesên tên teqkirin, rengê çavê wan, porê wan, bejn û kîloyên wan tev tên tomarkirin û pişt re tên şopandin. Kalê 77 salî Bira Karataş, ku kurê wî di 2007'an de hate fîşkirin û pişt re hate kuştin, diyar kir ku ji xwe dewlet li pişt wî digere û wiha got: "Kurê min kuştin. Niha jî min dişopînin. Ger ku îro ez deq kiribim dê sibê min bikujin" Kurê Karataş Bulent Karataş ku bavê 2 zarokan bû di 26'ê Îlona 20077an de li navçeya Hozatê dema li gel kurê meta xwe li nava qada daristanî êzîng kom dikir di nava daristanê de hate qetilkirin. Bulent Karataş û kurê xalê wî A. Rıza Çiçek, piştî hate qetilkirin bi helîkopterê birin Elezizê. Lê Bulent Karataş li nexeşxaneyê hate qetilkirin. Waliyê Dêrsimê der barê Karataş de got "Bi terorîstan re ketin pevçûnê" û bûyer berovajî pêşkêş kir. Malbatê piştî serlêdanên hiqûqî kir, doz birin DMME'ê. Malbatê diyar kir ku tu sûcê kurê wan Karataş, tune bû û piştî hate deqkirin hate qetilkirin. Bavê Bulent Karataş Bira Karataş, anî ziman ku ji ber dozger delîl veşartin wan tu encam ji DMME'ê jî negirt.
'Em wekî kesên sûcdar tên dîtin'
Karataş, anî ziman ku kesên ew deq kirin û kurê wî kuştin wê sibê wî jî bikujin û wiha got: "Niha tiştek ji destê me nayê. Dema me serlêdana sûc dikin dîsa em wekî kesên sûcdar tên dîtin. Em dê li kê gilî bikin. Ji ber ku yên darizandinê dikin û yên sûc dikin yek alî ne. Ji xwe dewlet li pey min e. Kurê min kuştin."
Serokê BDP'a Hozatê Alî Îhsan Goktaş jî anî ziman ku ew wekî partiyek siyasî li vî welatî siyasetê dikin, lê ji ber siyasetê dikin ratî gefan tên û her tim tên şopandin. Goktaş, anî ziman ku wan bi salan li hemberî tanq, top kuştin û şer biratî û aştî xwest, lê niha dîsa tên deqkirin.
Huseyin Koç jî anî ziman ku polîtîkayên zext û zorê li ser wan zêde dibe û her tim rastî gefan tên. Koç, da zanîn ku piştî hatin deqkirin û şûnde êdî bi tirs û xof tev digerin.
Serokê EMEP'a Hozatê Erdem Ulaşçelîk û Endamê Meclîsa Giştî ya Dêrsimê Deniz Yildirim ku hatin deqkirin jî bertekên xwe anîn ziman û destnişan kirin ku armanca deqkirinê rê li pêşiya siyasetê bigirin û kesên kole ava bikin e. Ulaşçelîk û Yildirim, anîn ziman ku dixwazin ku civakek bê vîn û bê biryar ava bikin û her tim zextan li ser wan zêde bikin.
PINAR URAL / DÎHA/DÊRSIM