Hewildanên vê dawiyê yên rejîma Tirk a bi serokatiya R.T.Erdogan mîna fîtikdana li goristanê ya ji ber tirsê xwe dide der. Ji ber ku polîtîkayên qîre qîrê û pêşxistin û piştgirîdayîna selefîzma hov êdî ber bi dawiyê ve diçe û hikûmet ev çend hefte ne di dîplomasiyê de gavên çerxbûneke sedûheştê derece paş ve davêje. Piştî qaşo nermbûna bi Îsraîl û Rûsyayê re, Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim ev çend roj in bahsa li hevhatina bi Misir û Sûriyê re jî dike. Dengê Erdogan jî gorî demên berê hinekî nizmtir derdikeve. Belkî ji bo vê nirxandinê hên zû ye; lê rewş bi her awayî nîşan dide, ku êdî Erdogan û tîma wî ketine dûv xilasiya xwe û tenê bi dîtina rêyeke ji bo xilasiya xwe ve mijûl in…

Êdî saziyên navnetewî, Yekîtiya Neteweyan, Yekîtiya Ewropayê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û herwiha Rûsya, li pey hev sûcên rejîma Erdogan bi aşkereyî ji raya giştî ya cîhanî re aşkere dikin. Piştî aşkerekirina têkîliyên rejîma Tirk a bi DAÎŞ, Eniya Nûsra, Ahrar Şam û komên din ên selefîst re, niha jî hên pir nizm be jî, qirkirina bi sedan Kurdên sivîl û hilweşandina navçe û bajarên Kurdan jî êdî ji hela van aktoran ve tê bilêvkirin. Berdevkê Wezareta Karên Derve yê DYAyê John Kirby, di daxuyaniya xwe ya çend roj berê de anî ziman; wan bang li Tirkiyê kirine ku pêşiya lêkolînkirina kuştina sivîlan û hilweşandina bajaran a li bakurê Kurdistanê veke. Kîrby herwiha aşkere kir ku ewê li ser rêveberê DBP a Şirnexê Hurşît Kulter ê ku ev 50 roj e wenda ye, lêkolînê bikin. Li gel vana; di çapemeniya navnetewî de tê analîzkirin ku di binê hewldanên hikûmeta Tirk ên bi rejîma Sûriyê de, li şûna têkoşîna li dijî çeteyên selefîst, tirsa ji pêşketin û destketiyên Kurdan ên li Rojava heye…

Rejîma Erdogan a ku li derve ewqas hatiye dorpêçkirin û teşhîr bûyî tekane rêya parastina popûlîzm û  desthilatdariya xwe di berdewamkirina êrîşên li dijî Kurdan de dibîne. Erdogan û hevkarên wî dixwazin bi berdewamkirina polîtîkayên şer û êrîşên li dijî Kurdan ve, binketin û çûyîna xwe ya ber bi hilweşînê ve veşêrin. Her roj bi rêya çapemeniyê û daxuyaniyên derew ên berdevkên hikûmet û arteşê ve serketinên xeyalî îlan dikin. Lê wer xuya ye ku bi derewên xwe, tenê bi xwe bawer dikin.

Hewldanên wan gişt ji bo sekinandina pûçbûn û hilweşîna rejîmê û pê ve girêdayî xilasiya Erdogan û kesên li derdora wî ye. Ew xwe mecbûrî serketineke li dijî Kurdan dibînin. Eger wer nekin, nikanin popûlîzma xwe û bi wê ve girêdayî jî desthilatdariya xwe biparêzin. Rojevkirina bi nûçeya derew a wek ‘kuştina fermandarê HPGê Fehman Huseyîn (Bahoz Erdal)‘ jî radeya tengasî û xitimîna wan nîşan dide.

Li gel ev zikêşa rejîma Tirk a dijkurd, tengasî û tansiyona dojehî ya ku ev salek e Kurd tê de hatibûn asekirin, van rojan hêdî hêdî belav dibe. Li gel xitimandina li derve ya rejîmê, li bakurê Kurdistanê çalakiyên gerîlayên Kurd û li Rojava operasyona rizgarkirina Minbîcê jî bandor li ser belavbûna tansiyona li ser Kurdan dike. 

Ew bi her gavên xwe yên dijkurd hên zêdetir di avgirê de ase dibin, lê Kurd li hemberî êrîşan çiqas li ber xwe didin û rêxistiniya xwe diparêzin, ewqas bi ser dikevin û di siyaseta Rojhilata Navîn de dibin aktorekî mayînde ê bi bandor.

Li gel parastina hebûn û destketiyan, gereke Kurd ji rojeva mayîndekirina nirxên xwe yên civakî û netewî qe qut nebin. Rêxistinîkirina jiyanê, pêşxistina saziyên ziman, çand, aborî, dadî û siyasî divê tim û tim bibe rojeva sereke ya Kurdan û siyaseta Kurdî.

Neyar êdî bûye wek tirsonekê li goristanê, tenê dikane li fîtikê bide. Li gel vê yekê ji her hêlan ve pêşiya Kurdan vedibe û gereke ew ji rojevên xwe yên sereke qut nebin…