Ji ber van êrîşan gelê Rojava dibin ambargoya çeteyan de ma û derfetên wan ê aborî û dabariyê hatin qutkirin. Ji ber vê yekê gelê Kurdîstanê bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), kampanyayên alîkariyê dan destpêkirin. Her wiha heya nîha û 7 TIR genimê di çarçoveya zekatê de hatiye berhevkirin jî ji Rojava re hatiye şandin. Dîsa ji bo kesên ku dixwazin fitreyên xwe ji Rojava re bişînin jî di bankayê de hasab hat vekirin. Endamê Koordînasyona Rojava ya KCD'ê Medenî Alpkaya û endamê Komeleya Oldaran ya Amedê (DÎAY-DER) Mele Hacî Kadeh der barê mijarê ji DÎHA'yê re axivîn.  Alpkay û Mele Hacî Kadeh, di serî de ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya li hember gelê Kantona Kobanê diyar kirin ku ew Cejna Ramazanê bi xemgînî pêşwazî dikin û  ev êrîşên ku tên kirin li dijî mirovahiyê ye.  

Bang li gelê Kurd hat kirin ku zekatên xwe bişîne Rojava.

DIHA/AMED