Bi rasthatina Remazanê, Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) li mizgeftên xwe fitaran organîze dike. Di van fitaran de jî banga dike ku bawermend fitre û zekatên xwe ji mexdûrên lehiyê yên Rojhilatê Kurdistanê re bişîne.
Rojiya Remezanê 6´ê Gulanê dest pê kiribû û roja dawî jî 4´ê Hezîranê ye. Vê mehê li mizgeftên ser bi CÎK´ê ên li bajarên Elmanyayê Bremen, Berlîn, Hamburg, Bielefeld, Kassel, Hagen, Dortmund, Meschede, Attendorn, Ludwigshafen, Saarbrucken; li paytexta Fransayê Parîsê, li bajarên Fransayê St. Avold, Marsîlya û li bajarê Holandayê Den Haagê her roj bi beşdariya 200-300 kesî cemaetê fitara xwe kir.
Ji bo mexdûrên lehiya li Rojhiltaê Kurdistanê CÎK û Heyva Sor a Kurdistanê kampanyaya alîkariyê bi rê ve dibin. Serokê Giştî yê CÎK´ê Hafiz Ahmet Turhalli ji me re got, “Weke CÎK´ê îsal em ê hemû fitre û zekatan ji mexdûrên lehiya li Rojhilatê Kurdistanê re bişînin.”
Turhalli bi bîr xist ku li gorî Îslamê divê her kes sedeqeya xwe ya fitrê bide û wiha peyivî: “Zarok, kalûpîr, hepsî jî be, ev li ser ferz e. Rewşa gelek mirovên me yên li Ewrûpayê baş e, ê wan zekat jî li wan dikeve. XWedê teala wiha dibêje, heqê muhtac û mehrûman di malê maldaran de heye. Alîkariya tevahiya miletê me bi xelkê me yê li Rojhilatê Kurdistanê re ferzek e şert e.”
NAVENDA NÛÇEYAN