MURAT KARABAL
Kampanyaya fitre û zekatan a Federasyona Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) û Heyva Sor a Kurdistanê a bi rasthatina meha rojiyê, dewam dike.
Li ser mijarê serokê giştî yê CÎK´ê Hafiz Ahmet Turhalli û Birêveberê Heyva Sor Murat Vargun, bang li Kurdistaniyên li Ewrûpayê kir da ku destekê bidin kampanyaya wan. CÎK´ê da zanîn ku mîqdara fitreyê îsal wekî 10 euro hatiye diyarkirin. Li aliyê din di ser malpera Heyva Sorê re, PAY-PAL jî di navê de, bi gelek rêbazan mirov dikarin beşdarî kampanyayê bibin.
Ferza bicihanîna farîzeyan
Serokê Giştî yê CÎK´ê Turhalli, bi bîr xist ku fitre û zekat di heman demê de dikevin ber fermana xwedê ya alîkariya mirovan bi hev re û got, „Dînî Îslamê herçî ev mesele ye alîkariyê weke ferzekê datîne pêş muminan û her Misliman divê farîzeyên xwe bicih bîne. Her Misliman salê carekê serê şexs 10 euro fitreyê bide. Heqê feqîran li maldaran heye, maldar jî divê salê carekê li gorî nisbetê zekatê bide.“
Hafiz Ahmet Turhalli, bi îhtîmam da zanîn ku alîkariyên îsal hatî berhevkirin, di serî de Sûr, Cizîr, Şirnex û Nisêbîn, ew ê bigihînin hewcedarên li herêmên berxwedana xweseriyê.
Divê Kurdistan tenê neyê hiştin
Rêveberê Heyva Sor Murat Vargun jî da zanîn ku beşdariya kampanyayê di hefteya dawî ya Remezanê de zêde bûye û got, “Mirov dikarin di zarfan de fitreyan bidin xebatkaran, yan jî di berdêla meqbûzên fitreyan de fitreyên xwe bidin û tevlî kampanyayê bibin. Dikarin hewaleyan razînin ser hesabên me yê bankeyê. Mirov dikarin bi rêya telefonê yan jî navbnîşana me ya înternetê www.heyvasor.com peywendiyê bi me re deynin û xwe bigihînin me.”
Murat Vargun herî da wî bi vê bangê dawî li gotinên xwe anî: “Banga me li timamê gelê me ye ku beşdarî kampanyaya me ya fitre û zekatan bibin, li Bakurê Kurdistanê xwedî derkeve li xelkê me yê ku dewleta Tirk mal, xanî û navçeyên wê wêran kirî, alîkariyê bi wan re bike û wan tenê nehêle.“