Di daxuyaniya nivîskî ya hevpar de li dû 3 roj ên rojiyê, Cejna Xwudan li tevahiya Êzîdiyan û gelê Kurd hat pîrozkirin. Di daxuyaniya hevpar a bi sernavê “Bila êdî mirovahî bi germahiya agir û ronahiya rojê hevdû hembêz bike” de, hat xwestin ku ev cejn tifaq û hêza Kurdan mezintir bike û bibe wesîleya aştî û azadiyê.

Cejnên xwe biparêzin

FKÊ û Meclîsa Jinên Êzidî dan xuyakirin ku Cejna Xwudan nirxekî gelê Kurd e, lewma parastin û pîrozkirina wê mafê her Kurdekî ye û gotin, “Daxwazî û bendewariya me ew e ku cejna Xwudan li gorî wateya bibe wesîleya hatina aştiyê ji bo tevahiya cîhanê, bi taybetî Rojhilata Navîn û ji bo gihaştina nasname û ola Êzidiyatiyê bibe gaveke mezin.” Di peyamê de bal hat kişandin ser bûyerên li erdnîgariya Kurdistanê diqewimin û hat bibîrxistin, ku hînê Qirkirinên siyasî, çandî, exlaqî, civakî, zor û zexta dewletan û şerxwazan a li ser Kurdan dewam dikin. Di dewama peyamê de hat ragihandin, ku gelê Kurd ji pêvajoyeke awarte re derbas dibin û hat destnîaşnkirin, ku ji serhildanên gelê Kurd diyar dibe ku sala 2015’an wê ji bo gelê Kurd bibe sala diyarbûna çareseriya pirsgirêka Kurd.

NAVENDA NÛÇEYAN