Federasyona Komeleyên Êzidiyan ku ji ber tecrîd û çalakiyên greva birçîbûnê pîrozbahiyên cejna Çarşema Sor betal kir, li pêşiya Parlamena Bremenê mîtîngek lidarxist. Beşdarên mîtîngê pankarta ku li ser wêneyê 15 çalakgerên greva birçîbûnê yê li Strasbourgê hebûn hilgirtin.

Tecrîd û zextên li ser kurdan hate şermezarkirin
Di mîtîngê de destpêkê li ser navê meclîsa gel Mehmet Bazan axivî û diyar kir ku ji ber zilm û înkara desthilatdaran ya li ser gelê Kurd, êdî gelê kurd nikare cejnên xwe jî bi şahî pîroz bike.
Paşê li ser navê FKÊ´yê Serhan Cemîl axivî û bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya li Strasbourgê. Cemîl diyar kir ku li hemberî tecrîd û êrîşên ku pêk tên hemû gelê kurd di nav têkoşîn û berxwedanê de ye.  Cemîl anî ziman ku ew cejna Çarşema Sor ya îsal diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin.

Banga yekîtiyê hate kirin
Di mîtîngê de Şêxê Civata Êzîdî Evdo Mutlu jî axivî û anî ziman ku gelê kurd berî her tiştî divê weke netewekî tevbigere û weha got:”Nasnameya netewî sîwana hemû baweriyan e. Divê hemû kurd, xelkê sunnî, elewî û êzîdî ji bîr nekin ku kurd in. Divê em hemû bi têgihiştina yekîtiya netewî bigihêjin hev û ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê kurd piştgiriyê bidin hev. “

Dosya hatin pêşkêşkirin
Beşdarên mîtîngê piştî axaftinan bi awayekî girseyî çûn serdana çalakiya kon ya li Bremenê. Li vir çalakgeran dosyayek pêşkêşî Serokê Parlamena Herêma Bremenê Chrîstîan Weber kirin. Çalakiya kon wê roja Înê piştî meşekê, li pêşiya Parlamena Breme bi mîtîngekê bi dawî bibe.

ÎLYAS ERSOZ - BREMEN