Federasyonê, di daxuyaniyê de anî ziman ku Gundê Bahçecik ê navçeya Sûrê ya Amedê ji bo Êzdiyan ji bilî maddî xwedî manewiyeteke mezin e û wiha got: "Dema mirov bahsa Êzdiyên li Amedê dike, Bahçecik tê bîra mirov. Li vî gundî tenê malbateke Êzdî maye. Êzdiyên vî gundî neçarî welatê xwe, gundê xwe, av û axa xwe terk kirine û koçber bûne. Niha Qeymeqamiya Sûrê ya bi ser Amedê ve dixwaze li vî gundî mizgeftekê çêbike."

Federasyonê destnîşan kir ku disa beriya çend rojan li navçeya Riha Wêranşarê Êzdiyekî bi navê Emer Guden ji gundê Tintirîk, ji ber ku tapûyê xwe nedaye wan, rastî êrîşa cîranên xwe yên misilman hat û wiha cih da daxuyaniyê: "Cîranên dixwazin bi zorê tapûyê wî ji dest wî bigrin. Bûyerên bi vî rengî dema dawî li Wêranşarê gelekî zêde bûne. Bi zorê dest datînin ser malên wan an jî pereyan weke xûkî dixwin. Beriya demekê jî li navçeya Mêrdîn Midyadê li gundê Kîwexê ziyareta Êzdiya xera kiribûn û darên gund birîbûn. Ji xwe navê gund jî bi Tirkî kirin Îslamkoy. Ji xwe tê zanîn ku eşîrekê dest daniye ser gundê Êzdiyan Kelhokê. Di vê demê de ku bahsa çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd tê kirin, heyecana vegera ser ax û ava xwe di nava Êzdiyan de zêde bûye. Di demeke wisa de zor û çewisandinên li ser Êzdiyan jî zêde bûne. Xuyaye ev bûyer tev ne tesaduf in. Ev parçeyê planekê ne, ku naxwazin Êzdî vegerin welatê xwe. Bi van zordestiyan dixwazin çavên Êzdiyan bitirsînin û pêşî li vegera wan bigrin. Herweha dixwazin çavên çend malbatên mane jî bitirsînin û bi vî rengî ew jî mal û mulkên xwe bihêlin û birevin."

'Zext nayên qebûlkirin'

Federasyonê di berdewama daxuyaniyê de da zanînku bûyerên bi vî rengî, çi ji aliyê dewletê ve û çi jî ji aliyê Kurdên yên misilman ve nayên qebûlkirin û wiha dawî li daxuyaniyê anî: "Divê dewlet bizanibe ku bi lêkirina mizgeftan li gundên Êzdiyan û bi zora li ser wan, ewê negihîjin armanca xwe. Ev mejiyê asîmîlasyonê û qebûlnekirina kesên din bû sedem ku bi deh hezaran mirovên Kurd û Tirk jiyana xwe ji dest bidin. Ev mejî mejiyekî seqet e û divê dev jê bê berdan. Bi zorê wê nikaribin îradeya me bişkînin. Kurdên me yên zorê li birayên xwe yên Êzdî dikin jî, divê dev ji vê yekê berdin. Bi zora li ser birayên xwe yên Êzdî û xwarina mal û mulkên wan ew jî xizmeta dewletê dikin. Lewma jî ev yek bi rengekî din cerdevaniya dewletê ye. Divê ew çavên xwe bernedin mal û mulkên birayên xwe û berovajî wê vegera Êzdiyan teşwîq bikin. Ji ber ku bi vî rengî ew dikarin neheqiya sedsalan a li birayên xwe kirine bidin ji bîr kirin. Em wekî Federasyona Komeleyên Êzdiyan em van zordestiyên li ser Êzdiyan şermezar dikin û bang li saziyên civakî yên sivîl û mirovên pêşverû dikin ku piştevaniya Êzdiyan bikin." 

DÎHA/AMED