SOZDAR WEQAS / ANHA / HELEB


Koma govendê ya kalûpîran “Koma Kalan” di heman demê de gelek çandan derdibirîne. Hezkirina wan ji dîlanê re hişt ku li hemberî kiryarên rêjîmê derkevin. Tevî hemû siyasetên înkarê yên rêjîma Baasê koma xwe û çanda xwe parastin.



Koma Kalan a temen mezinan yek ji komên balkêş e li herêma Efrînê û sala 1992’an li bajarê Helebê ji aliyê çend mêrên kal ve hate damezrandin. Piştî du salan, sala 1994’an jin jî beşdarî vê komê bûn û hejmara endamên komê gihîşt 18´an.

Ji ber ku hemû endamên Koma Kalan pîrûkal in, ango di navbera 50 – 60 salî de ne bi vî navî hate nasîn.



Zilma Baasê bi rika Kalan nekarî

Koma Kalan ji destpêka damezrandina xwe ve beşdarî gelek çalakiyên Kurdî yên weke “Cejna Newrozê, pêngava 15’ê Tebaxê û gelek munasebet û şahiyên neteweyî yên Kurdan dibe, her wiha beşdarî şahiyên dawet û zemawendan jî dibe.

Ji ber ku Koma Kalan rêbaza folklorîk û çanda herêmî ya herêma Efrînê di dîlanên xwe de werdigirt, ji aliyê rêjîma Baasê ve rastî gelek astengiyan dihat, her wiha hêzên ewlehiya rêjîmê gelek endamên Komê ji ser dikên şahiyên zemawendan danîn û girtin.Lê tevî van kiryarên rêjîmê, Koma Kalan çalakiyên xwe yên çandî û folklorîk ranewestandin û hêza xwe ji hezkirina hemû gel werdigirtin. Vê hezkirina gel ji komê re hişt ku endamên Komê ti carî ji rêjîma desthilatdar netirsin.


Koma Kalan bû  Koma Şehîd Hozan Serhed

Sala 2000’an de endamên Koma Kalan navê koma xwe bi koma “Şehîd Hozan Serhed” guhertin û ji wê demê ve bi navê Koma Şehîd Serhed tên nasîn.

Koma Şehîd Serhed gelek dîlan û govendên cuda yên çand û folklora herêmên Bakurê Sûriyeyê digerîne. Hin ji van govendan evên li jêr in:

“Narê, Seyranê, Dolabê, Berçepkî, Yaxli Kenar, Hoşer, Berkolê, Boliyê, Tevşok, Xorbetiyê, Molaniyê, Qertel, Sêling, Sisnokî û Merş.” Her wiha hin dîlanên nûjen ên weke Hemo jî digerîne da ku çand û folklora Kurdî bide nasîn.


Bi dîmenan xwe û çandê dide nasîn

Koma Şehîd Serhed, 3 kilîpên stranên şoreşgerî û şanoyan amade kirin. Kilîpa yekemîn şanoya bi navê “Hêştirê Berdayî” bû ku tê de çîroka axa û gundiyan tê vegotin û dîmenên wê li gundê Dêrmişmişê ya navçeya Şêrewa ya kantona Efrînê hatiye girtin.

Kilîpa duyemîn jî pêşandariyeke govenda folklorîk e. Kilîpa sêyemîn jî sala 2016’an hatiye çêkirin û ew jî pêşandariyeke folklor û çanda Efrînê ye.

Koma Şehîd Serhed beşdarî gelek munasebet û şahiyên neteweyî yên li derveyî Sûriyeyê jî bûye. Di salên 2000 û 2002’an de beşdarî şahiya cejna Newrozê û gelek munasebetên din bû.

Sala 2007 û 2008’an Koma Şehîd Serhed beşdarî şahiyên Newrozê yên bajarê Dirbêsiyê û Amûdê bûn. Her wiha beşdarî gelek bernameyên dîtbarî yên çandî jî bûye.

Koma Şehîd Hozan Serhed xebat û çalakiyên xwe bi rêk û pêk dimeşîne û amadekariyên xwe ji bo beşdarî şahiyên bajarê Helebê û herêma Efrînê dike.