Li New Yorkê 21ʼê Sibatê Pêşangeheke taybet bi Komuna Filman a Rojava wê dest pê bike û heta 4ʼê Nîsanê dewam bike. Pêşangeh hem wê xebat û berhemên komunê bide nasîn û hem jî texeyula wê ya li ser armanca sînema û filman.
Ji 21ʼê Sibatê û pê ve li New Yorkê wê pêşangeheke taybet bi Komuna Filman a Rojava hebe bi navê “Formên azadiyê (Forms of Freedom)”. Ev pêşangeh wê heta 4´ê Nîsanê li e-fluxê dewam bike. Di çarçoveya pêşangehê de bi navê “Art and the Specter of Ideology (Huner û Berê Îdeolojiyê)” 21 û 22ʼyê Sibatê li e-fluxê û li Vera List Center for Art and Politics li The New School ê wê semîner bên organîzekirin.
Kuratora pêşangehê iLiana Fokianaki ye û hevkarî kiriye bi Komuna Filman a Rojava re.
Ji bo pêşangeha “Formên azadiyê”, iLiana Fokianaki û Komunê sûd ji arşîva fireh a Komunê bi xwe wergirtiye. Wan her wiha sûd ji filmên ferdî û kolektîf çêkirî yên Komûnê jî sûd wergirtiye. Ev berhemên ku wê di pêşangehê de cih bigirin wê rêbaz, pêvajoya fikrê û texeyulên radîkal ên kolektîf didin der.
Li gorî kuratorê ji bo mirov karibe li van serwext bibe jî, divê mirov fêm bike ku Şoreşa Rojava heyatî ye ji şert û mercên xebata kolektîf a Komunê. Demokrasiya li derî dewletê ya xwe disipêre jêra civakê ya yekser, bi stûnên xwe yên weke mafên jinan, hawîrdorê û wekheviyê diçizire nava tevahiya warên jiyanê. Ew dibêje, ev projeya siyasî hindikahiyên etnîk û dînî hêzdar dike, û îlham da ji bo vekirina mekanên gelemperiyê yên cihî yên demokratîk.
Kar û berhemên Komunê
Ev pêşangeha hanê bi formên guhertî berê li State of Concept li Atînayê (2018), li Galerija Nova li Zagrebê (2019) hebû. Niha li New Yorkê li e-fluxê “Formên azadiyê” wê destûrê bide xelkê ku rêbaz, mîzacên morfolojîk, û referansên estetîkê bibînin. Jixwe van hemûyan karê kolektîf ê Komunê diyar kiriye. Ev karê hanê jî di navbera xeyalî û nûneriya bûyerên rastî, belgefilm û şahidiyan de diçe û tê. Pêşangeh îdîaya Komuna Filman a Rojava careke din diyar û beloq dixwaze nîşan bide: Sînema û film weke navgînên ji nû ve texeyûlkirina civakê. Li e-fluxê Komun wê hem karê xwe û berhemên xwe bide nasîn û hem jî filma xwe ya dawî a bi navê Berfîn jî nîşan bide.
Agahiyên li ser Akademiya Filman a Rojava jî bide ku bi dersên salekê, Kurdî, dîroka filman, teoriya filmê û qonax û pêvajoyên hilberîna filman hînî xwendekaran dike. Çend filmên xwendekarên akadeniyê yên neqandî jî wê di pêşangehê de bên nîşandan.
Teknîka film û fikra li ser sînemaya şoreşger
Filma Çîroka Bajarên Wêrankirî derçûyiyên akademiyê tevî damezrênerên wê sala 2016´an çêkiribû. Dîmenên pêşî wan ji filmên bêdeng neqandine weke yên Charlie Chaplin, wan hem xwestiye pê aciliyetê û mîzahê nîşan bidin, hem jî ziman ku hem derfet û hem asteng e, ji kirasê astengiyê derxin. Ha ev dîmen jî di pêşangehê de tên nîşandan. Wekî din posterên bi destan çêkirî, bîbliyografyayên bijartî û materyalê çapkirî yîn festîvalên Komunê jî di pêaşngehê de hatine bicihkirin.
Pêşangeh balêdikişîne ser êrişên dagirkeriya dewleta Tirk a qirker jî û danasîna wê dibêje, Ji ber vê yekê Komun di şertên gelekî bêîstîqrar û neewle de kar dike, ev jî hem xwe di tercîha wan a teknîka film de û hem jî di fikrên wan ên li ser sînemaya şoreşger de xwe dide der.
Vekirina pêşangehê wê 21ʼê Sibatê be yanî Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê. Heman rojê êvarê li e-fluxê ji saet 19:00ʼan heta bi 20:30ʼî wê semînera bi navê “Huner û berê îdeolojiyê” hebe bi beşdariya Janet Biehl, iLiana Fokianaki, Elif Genc, Matt Peterson, û Laura Raicovich. Beşa diduyê ya vê semînerê 22ʼyê Sibatê li Vera List Center for Art and Politicsê ji saet 11:00ʼan heta bi 17:00ʼan wê dewam bike bi beşdariya Marwa Arsanios, iLiana Fokianaki, Coco Fusco, Amir Husak, Not An Alternative, Christian Nyampeta, W.I.T.C.H. collective, û yên din.
Heger hûn Kurdek yan jî xwînerekî Kurdî li New Yorkê yan jî li devereke nêzîk bin, biya me jê nemînin. Navnîşana e-flux jî ev e: 311 East Broadway, New York, NY 10002
NEW YORK