Rojnamevanên tevlî forûma navnetweyî ya li dijî DAÎŞ‘ê bûn Ergun Babahan, Hayko Bagdat û Arzû Demîr diyar kirin ku forûm gelekî erênî bûye.

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava di navbera 6-8’ê Tîrmehê de li dijî DAÎŞ‘ê forûmeke navneteweyî pêk anî bû. Ji beşdarên forûmê rojnamevan Ergun Babahan, Hayko Bagdat û Arzû Demîr qala çavdêriyên xwe kirin.

Mijara DAIŞê divê di rojevê de be

Ergun Babahan diyar kir ku metirsiya DAÎŞ’ê hîn ji holê ranebûye û diyar kir, heta ku DAÎŞ‘î bên darizandin û mehkûmkirin divê mijar di rojevê de be.

Rojava ji konferanseke navneteweyî ya gelekî serketî re malovanî kir. Ji gelek deverên dinyayê, ji Efrîkaya Başûr, Hindistan, Ewropa, Emerîka ji gelek herêman pisporên DAÎŞ‘ê, hiqûqnas, psîkolog, parêzvanên jinan û alim tevlî konferansê bûn.

YPGê dinya ji belayekê rizgar kir

Ji beşdarên konferansê rojnamevan Hayko Bagdat anî ziman ku tişta wî dît û ya beriya niha di televîzyonê de didît ji hev gelekî cuda bûn û got, herî zêde YPG’iyan bandor li wî kirin. Bagdat got, “Mirovan li vê derê bi lehengiyeke gelekî mezin ji bo çeteyên herî nebaş asteng bikin canê xwe feda kirin. Bi taybetî dema çûm şehîdgeha Kobanê gelekî bandor li min kir.

Tabûrên Suryaniyan hene.  Tabûrên Ermeniyan hene. Tabûrên Ermeniyan gelekî bandor li min kirin. Ji ber ku Ermeniyan piştî qirkirinê yekemcar ji bo gelê Ermenî û mafên wan biparêzin, ji bo li dijî nebaşiyê şer bikin çek rakirin.

Hayko Bagdat destnîşan kir ku konferansa li dijî DAÎŞ‘ê hate kirin gelekî serketî bû û got, “Gelekî bi hêvî me. Gelek tedbîrên ewlekariyê hebûn. Baş bû ku hebû. Ji ber ku pêkhatina konferansê bêyî rûdana zerarê li kesî hêviyê dide mirovan.”

Divê DAIŞ were darizandin

Ji beşdaran rojnamevan Arzû Demîr jî anî ziman, gotina ‘divê çete li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên darizandin’ ya ku di encamnameya konferansê de hate destnîşankirin gelekî girîng e. Demîr diyar kir ku metirsiya DAÎŞ‘ê bi dawî nebûye û bêyî derengmayinê divê çeteyên DAÎŞ‘ê li dadgeheke navneteweyî bên darizandin, rêveberiya demokratîk a xweser jî bê piştgirîkirin.

SEYÎT EVRAN/RÊBAZ HESEN / ANF/SILÊMANÎ