Komîteya Amadekar, ji bo festîvala di 10-11’ê Hezîranê de were lidarxistin, banga tevlîbûnê kir. Festîval ji aliyê Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), Federasyona Yekîtiyên Dersîmê yên Demokratîk li Ewropayê (ADEF), Komeleya li dijî Qirkirina Dersîm 1938, Dersîmspor, Komeleya Puluriyan û gelek komele, federasyon û saziyan ve tê organîzekirin.
Ji Komîteya Amadekar Serokê ADEF’ê Yakûp Mûharrem Erdogan ragihand, wê nîvê hatineyên festîvalê ji bajarên wêrankirî yên Kurdistanê yên weke Cizîr, Sûr û Nisêbînê re bê şandin û nîvê din jî wê pêşkêşî projeyên Şaredariya Dersîmê were kirin.
Festîval wê li navnîşana ‘Rebstockpark Am Römerhof 9, 60486’ bê lidarxistin û xwedî bernameyeke dewlemend e.
FRANKFÛRT