Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan Kawa mêvandariya Newroza Frankfurtê ya 23´yêAdarê dike. Wê bang li Kurdistaniyan û dostên wan kir ku beşdarî çalakiya Newrozê bibin. Ji federasyonê, Emin Deniz ji rojnameya me re got, “Em li bendê ne ku gelê me yê li Elmanyayê, dostên me beşdarî Newroza 2019´an bibin. Me amadekariyên vê Newrozê temam kirine ku ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşangiya Leyla Guven, li hepsan, Ewrûpa û gelek welatên dinyayê li dijî tecrîdê dewam dikin.
Rêyên meşê, cihên maşînan, dezgehan û yên din amadekarî di qonaxa xwe ya dawî de ne. Qederê 500 kesî wê wezîfedar bin da ku Newroz xweş derbas bibe.”
Deniz bi bîr xist ku diruşma wan “Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin” e û banga beşdariyê li Kurdistaniyan û dostên wan kir.
FRANKFURT