Serokkomarê Fransayê, Emmanuel Macron da zanîn ku ew ê berpirsyariya dewletê ya ji ber bi êşkencê qetilirina aktivîstê komunîst, Maurice Audin di dema şerê Cezaîrê qebûl bike.

Parlamenterê partiya pirranî ya desthilat û matematîkvan, Cedric Villani di daxuyaniya ji bo radyoya France Interê de anî ziman ku Serokkomar Macron berpirsyariya dewletê ya ji ber qetilkirina milîtanê komunîst ê Fransî, Maurice Audin ê ku muhtemelen 21´ê Hezîrana 1957´an li paytext Cezaîrê bi êşkenceyê hat kuştin,qebûl bike.

Villan wekî din destnîşan kir ku Macron wê biçe serdana hevjîna Audin û got, ev “Kêliyên dîrokî” ne.

Villanî yê yek ji kesên nêzî malbata Audin e, ew dibêje, “Macron, anî ziman ku bi rastî jî Maurice Audin parçeyek ji her kesî ye ku bûye mexdûrê sîstemê, û ew ê vê binase.”

Aûdîn muhtemelen 11’ê Hezîrana 1957’an di dema şerê Cezaîrê de dema ku hê ev welat di bin mêhtingeriya Fransayê de bû li mala xwe hate destgîrkirin. Audin ê matematîkvan wê demê hê 25 salî bû. Ew bi mayîna li malên hucreyê yên bi çek ên Partiya Komunîst a Cezaîrê hate sûcdarkirin.

Audî li taxa El Baîr a paytext Cezaîrê li malekê bi rojan hate êşkencekirin. Piştî 10 rojan ji bo hevjîna wî Josette Audin, bi îfadeyeke fermî hate gotin ku Audin di dema veguhestinekê de reviyaye. Ev derewa fermî, di sala 2014’an de bi daxuyaniya Serokkomar François Hollande re bi dawî bû.

Hollande anî ziman ku Audin nereviyaye, di dema girtinê de bi êşkenceyê hatiye kuştin.

 

PARÎS