Serokkomarê Iraqê Fuad Mahsum çû polîtburoya siyasayî ya YNK’ê û li gel endamên polîtburoya YNK’ê rûnişt.

Serokkomarê Iraqê Fuad Mahsum li bajarê Silêmaniyê doh danê nîvrojê çû serdana YNK’ê. Fuad Mahsum ji aliyê endamên Polîtburoya siyasî yên YNK’ê Hakim Qadir, Omer Ferhat, Hêro Îbrahîm Ehmed û Reûf Ebdullah ve hat pêşwazîkirin.

Li gorî agahiyên hatin girtin, ev serdana Serokkomarê Iraqê Fuad Mahsum têkildarî rewşa Iraq, her wiha vegera parlamenterên Kurd ji bo Baxda û ji bo pîrozkirina lihevkirina navbera YNK û Tevgera Goran de ye.

Fuad Mahsum pêr li gel Serokê Giştî yê Tevgera Gorran Nêwşîrwan Mistefa, Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî Mihemed Ferec û Sekreterê Giştî yê Komeleya Îslamiya Kurdistanê Elî Bapîr jî rinûştibû.


Tifaq ne bidilê PDK´ê ye

PDK’ê têkîldarî hevpeymana di navbera YNK û Tevgera Gorran de hate îmzekirin, daxuyaniyek da û îdîa kir ku ev hevpeyman wê nakokiyên hundirîn kûrtir bike.

Navenda PDK’ê bi serokatiya Sekreterê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî, li Hewlêrê kom bû. Piştî civînê li ser malpera PDK’ê ya fermî daxuyanî hat dayîn. Li gorî daxuyaniyê, di civînê de mijarên têkîldarî hevpeymana di navbera YNK û Tevgera Gorran de rewşa siyasî ya Başûrê Kurdistanê û Iraqê, vegera/venegerîna Kurdan a Bexdayê hatine nirxandin.

Di daxuyaniyê de xala herî ecêb û balkêş li ser lihevkirina YNK û Girranê bû ku bi îdîaya, ev lihevkirin “wê nakokiyên hundirîn  kûrtir bike û xizmetê ji çareseriyê re neke” hatiye nirxandin.


‘YNK bûye parçeyek ji pirsgirêkan’

Di daxuyaniyê de nerazîbûn û nerehetiyên li hemberî YNK’ê jî weha cih digirin: “YNK, tevî hevparê hikûmetê ye jî beriya hevpeymaneke weha stratejîk  pêk aniye bêyî agahdarkirina me, bi aliyekî siyasî re ku bi PDK’ê re pirsgirêkên wê hene. Ji ber vê jî bûye parçeyek ji pirsgirêkan. Helwesta YNK’ê, li gorî tevgera wê ya berê a hevpar a bi PDK’ê re bûye berevajî. Rêvebirina herêma Kurdistanê bêyî PDK’ê zehmet e.” 


Gorran bersivê nade PDK´ê

Li ser vê daxuyaniyê, endamê Civata Giştî ya Tevgera Gorran, Aso Mehmûd ji RojNewsê re got, wan biryar daye ku wek Civata Giştî bi fermî bersiva daxuyaniya PDK’ê nedin.

Aso Mehmûd bêyî ku behsa sedema vê yekê bike, da zanîn: “Dibe ku hinek siyasetmedar mijarê binirxînin û bersivê bidin. Lê me wek Civata Giştî biryar daye ku bersiva daxuyaniyê nedin.”


 SILÊMANÎ / HEWLÊR