Fuara erebeyan a îsal li Frankfurtê bi gelek teşqele û xwepşandanan bi rê ve diçe. Xwepêşandêran karî pêr bi awayekî serketî deriyê ketina hundirê avahiya fuarê jî bloke bikin. Jixwe wiha diyar e ku ev ê bibe fuara erebeyan a dawî ya li bajarê Elmanyayê Frankfurtê.
Xwepêşandêran doza guhertineke bi leztir li siyaseta Elman û Ewrûpî kir. Hê beriya fuar (IAA) dest pê bike, ji ber ku şaredarê Frankfurtê nekarî bipeyive teşqeleyên wê dest pê kiribûn. Şaredar gotibû, ji ber ku ew ê muxalif bipeyive, mafê axaftinê nedane wî. Li ser vê şaredarê Darmstadtê jî IAA protesto kiribû. Şansolyeya Elman Angela Merkel jî di axaftina vekirina IAA´yê de bêhtir berê xwe dabû guhertina ber bi enerjiyên dikarin bên nûkirin ji bo erebeyan jî.
Yekîtiya bi navê “#Aussteigen” xwepêşandan organîze kirin.
Gava ku serketî deriyê avahiya fuarê hat blokekirin, xwepêşandêran di ser hesabên medya civakî ev bi xelkê re parve kir.
FRANKFURT