Fuzeyên Tirk ên esil Elman
Eşkere bû ku serikên fuzeyên di balafirên bê mirov ên artêşa Tirk de tên bikaranîn, bi destûra hikûmeta Merkel ji aliyê fîrma çekan a Elman TDW ve hatine çêkirin. Ji bo vî karê ku navê ‘sîstema fuzeya kujer’ lê tê kirin, fîrmaya navbirî bi carekê 300 hezar Euro pere ji Tirkiyeyê wergirtine.
Piştî ku desthilatdariya Erdogan veguherî rejîmeke zordar, bi taybetî piştî ku artêşa Tirk bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî re Efrîn dagir kir, hikûmeta Elman a federal a bi serokatiya Serokwezîr Angela Merkel îdîa kiribû ku wan peymanên çekan ên bi Tirkiyeyê re kêm kirine.
Lê belê daxuyaniyên hikûmeta Merkel ên li ser daxwaza raya giştî ya ji bo danîna ambargoya çekan a li ser Tirkiyeyê hatin dayîn, tenê di asta sembolîk de man.
‘Dostaniya çekan’ a rêveberiya Berlînê ya bi rejîma Enqereyê re, dema dawî xurtir bû. Partiya Çep li ser peymanên çekan ên şeş mehên destpêkê hatine kirin, pêşnûma pirsek da Meclîsa Federal. Hikûmeta federal jî bersiv da pêşnûmayê. Hin detayên bersivê balkêş in.
Sîstema fuzeyan bi derewan milî bû
Wezareta Aboriyê got, du peymanên çekan ên fîrma TDW´yê bi dewleta Tirk re ku mehên Çile û Hezîrana 2018’an îmze kir, ji aliyê hikûmeta Merkel ve hatin pejirandin. Buhayê her du peymanan jî bi giştî 290 hezar Euro ye.
TDW baskê Elmanyayê yê şîrketa MBDA ye, ku li Ewrûpayê sîstema fuzeyê çêdike û li Fransa û Îtalyayê şirîkên xwe hene. Li gorî lêkolîna ANF’ê, TDW’ê sîstema fuzeyên bi navê OMTAS’ê çêkirin, ku desthilatdariya Erdogan ji bo van fuzeyan digot, ‘karekî milî ye’.
Fuzeya OMTAS’ê ku fuzeya tanksawar e, bi sîstema ‘serikê şer ê tandemê’ re ku ji aliyê TDW’ê ve hatiye çêkirin, li balafirên bê mirov ên artêşa Tirk hate bicihkirin. Ev fuzeya ku 35 kîloyan giran e, bi saya sîstema teknolojiya Elman, li hewayê jî dikare hedefa wê bê guhertin.
Kuştin hosteyeke ji Elmanyayê
TDW ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo hemû rejîmên zordar dibe alîkar ku ‘fuzeyên kujer’ hilberîne. TDW ku navenda wê li bajarê Schrobenhaûsen ê Eyaleta Bayernê ye, mafê lîsansê yê serikên fuzeyên xwe bi hêsanî dide fîrmayên biyanî.
Sermeselê, dewleta Tirk piştî ku pereyê mafê lîsansê da, çiqasî bixwaze dikare fuzeyan bi teknolojiya TDW’ê hilberîne. Fîrmayên Elman jî bi saya vê yekê bêyî bikevin ber kontrola hikûmetê, pereyan bi dest tînin. Înstîtuya Lêkolînên Transatlantîk a ku navenda wê li Berlînê ye, bi raporeke bi navê “Firotina cebilxaneyên di berpirsyariya Elman de” îşaret bi TDW’ê jî kir.
Di raporê de hate ragihandin ku ji ber çekên li Elmanyayê tên çêkirin yan jî amadekirin, para Elmanyayê di kuştina mirovan de heye û fîrma TDW’ê jî di hilberîna cebilxaneyê de li gelemperiya cihanê xwedî roleke girîng e. Di raporê de tê bibîrxistin ku fuzeyên ji aliyê vê fîrmayê ve tên çêkirin, dikarin şikeftan yan jî stargehên li binê erdê qul bikin, lewma rê li ber mirina hîn bêhtir mirovan vedikin.
Hikûmeta Elman bi xwe jî jixwe bi vî rengî hez dike xwe ji berpirsiyariya xwe vedize. Di Enfala li dijî KUrdên Başûrê Kurdistanê de dewreke kujer û cihê şermê yê şirketên Elman heye ku hikûmeta wê xwe nade ber. Bêhtir ji sedî 80´yê materyalên ku pê gazên jehrî hatin çêkirin û dikarîn weke sîleh bên bikaranîn, û teknolojiya ji bo vê hewce ji şirketên Elman hat temînkirin.
Hikûmeta Elman ew asteng nekirin û dadgeriya wê jî ew berpirsiyar ceza nekirin. Jixwe ji ber vê berpirsiyariyê dema ku sala 2013´an li Meclîsa Federal mijar hat minaqeşekirin, ji bilî Die Linke ti aliyê siyasî yê di Meclîsa Federal de xwe neda ber qebûlkirina berpirsiyariya hikûmeta Elman û navlêkirina weke qirrkirin a Enfalê. NAVENDA NÛÇEYAN