Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê eşkere kir ku gerîlayên wan li Gabarê li dijî eskerên Tirk ên derketin operasyonê, çalakî kir. Di vê çalakiyê de 8 eskerên Tirk hatin kuştin.

HPG’ê li ser çalakiyên gerîla yên 21 û 22’ê Adarê yên li herêma Gabarê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, “21’ê Adarê saet 07:00 artêşa TC a dagirker li qada Sipiviyan a herêma Gabarê ya Şirnexê bi balafirên bê mirov û helîkopterên êrişê dest bi operasyonê kir. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de, hêzên me heman rojê saet 17:00´an li yekîneyeke operasyonê ya li ser Girê Sipiviyanê xist. Di çalakiyê de ku derbên giran li yekîneya operasyonê hatin xistin, 2 esker hatin kuştin.

22’ê Adarê saet 16:45’an hêzên me yên YJA Starê li dijî navenda koordîneya operasyonê ya li ser Girê Sipiviyanê çalakiyek kir. Çalakî li dijî 2 çeperên dijmin hate lidarxistin û di encamê de 6 eskerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi helîkopterên bi tîpa Skorsky eskerên xwe yên kuştî û birîndar ji herêmê derxistin. Saet derdora 20:00´an jî neçar ma ji herêmê vekişe. Di operasyonê de tiştek bi hêzên me nehatiye.”

 

ANF / BEHDÎNAN