Galaya filma Derhêner Ozcan Alper a bi navê "Pêşeroj dirêj diajo (Gelecek Uzun Surer) a ku pêvajoya şerê li Tirkiyeyê pêk hat, kuştinên kiryar nediyar û komkujiyên din vedibêje li Sînemaya Atlasê pêk hat. Serokê Giştî yê ODP'ê Alper Taş, Parlementerê Stenbolê Levent Tuzel, Serokê Giştî yê SDP'ê Ridvan Turan, Derhêner Kazim Oz, Rakel Dînk, Serokê Yekîtiya Tabîbên Tirk ê berê Gencay Gursoy, Endamê Meclîsa Aştiyê yê Tirkiyeyê Hakan Tahmaz û gelek kesên din tevlî galayê bûn. Galaya filîm rastî eleqeyeke mezin hat.

Derhêner Ozcan Alper berî filîm bê temaşekirin bi lîstîkvanan re kesên hatin galayê silav kir û wiha got: "Tiştên herî xweşik ayîdî wan in. Tiştê nebaş û xirab jî ayîdî min in." Filîm, pirsgirêka kurd, şerê li herêmê didome û kuştinên kiryar nediyar bi awayekî raste rast digire dest.

STENBOL