
Li paytexta Swêdê Stockholmê ji bo piştgiriya bi Kobanê re galayeke înternasyonal bi tevlîbûna gelek hunermendan hat lidarxistin. Gala, li Avahiya Çandê (Kulturhuset) ya Qada Sergel pêk hat. Ji Swêd, Kurdistan, Îran, Tirkiye, Îsraîl, Emerîkaya Latîn, Erebistanê hunermend tevlî bûn û bo kesên li Kobanê jiyana xwe ji dest dayî stran û helbest xwedin. Ji bo Kantonên Rojava û Kobanê peyamên piştevaniyê hatin dayîn.
Pêşkêşvaniya Galayê Parlamentera Partiya Çep a ji Rojhilatê Kurdistanê Amîneh Kakabaveh kir. Kakabaveh di axaftina destpêkê de diyar kir ku jinên Kurd ên li Kobanê di dema Esad de ne welatiyên Sûriyeyê bûn, nasnameya wan jî tinebû û piştî Kantonên Rojava hatin avakirin xwe birêxistin kirin û çekên xwe hilgirtin.
Jjinên Kurd bûn navê berxwedanê
Kakabaveh da zanîn ku li Kobanê jinên Kurd li dijî çavsoriyê berxwedanek bi heybet nîşan dane û berxwedaneke bi vî rengî bi saya gelê Rojava bi pêş ketiye û derbên mezin li çeteyên DAIŞ’ê dixin.
Kakabaveh bi lêv kir ku Kobanê ji çeteyan hat paqikirin lê ji bo ku Kobanê biguhere bajarekî ku mirov dikarin azad lê bijîn gelek tiştên bên kirin hene û got: “ Şer ligel Kobanê li gelek cihên Sûriyeyê rê li ber hilweşîn û trajediyên mezin vekir. Fatureya şer herî zêde li jin û zarokan hat birîn.”
Kakabaveh komkujiya Halebceyê ya di 16’ê Adara 1988’an de pêk hatî jî bibîr xist û got, dîroka Kurdan bi komkujiyan tijî ye.
Rêvebera Kulturhuset Katta Palsson jî di axaftin xwe de da zanîn ku wan bi armanca piştevaniya gelê Kobanê, galeyek wisa pêk aniye û hemû hunermend bê pere tevlî şevê bûne û pereyên bên berhevkirin wê bişînin Kobanê.
Strana ji bo Arîn Mîrxan
Hunermendê Kurd Farîborz Faxarî derket ser dikê û saksafonê da.
Hunermend Necmedîn Xulamî jî strana ku ji bo Arîn Mîrxan çêkiribû yekem car di vê galayê de got.
Hunermendê Îranê Behrang Mîrî, êrîşên li ser gelê Kurd, Asûrî û Êzidiyan şermezar kir û straneke hîp hopê ya li ser berxwedana Kobanê got.
Serokê Foruma Çep a Navneteweyî Ann-Margarethe Lîvh û ji însiyatifa Aştiya Jinan Latîfe Fegan çavderiyên xwe yên li Pirsûsê ji temaşevanan re vegotin. Diyar kirin ku alîkariyên ji bo Kobanê tên ji aliyê dewleta Tirk ve ji bo Kobaniyan nayê belavkirin û banga piştevaniya ji bo Kurdên li Pirsûsê dijîn, hat kirin.
Hunermend Bengt Berg, Jan Hammarlund, Zinah Pirzadeh, Jenny Wrangborg, Dror Feiler, Stina Oscarsson, Bello Ciao, Gissoo Shakeri, Arezo Aref û koma Çar Xwişkan a Şahîn stranên xwe gotin.
Agirê azadiyê gurr kirin
Hunermendê Cihû Dror Feîler jî ji Ajansa Nûçeyan Firatê (ANF) re got, ji bo kesên li Kobanê li ber xwe didin û jiyana xwe ji dest dane strana ‘agirê azadiyê gurr kirin’ çêkiriye. Feîler da zanîn ku kesên Kobanê li ber xwe didin û yên şehîd ketine agirê azadiyê hildane û got: “Wan di dîrokê de cihê xwe girt. Qehremaniyek mezin nîşan dan. Di vê berxwedanê de rola jinan girîng e. Ez îro gelek serbilind im ku tevlî vê galayê bûme. Di heman demê de xemgîn im; ji ber ku îro salvegera Komkujiya Halebceyê ye.”
Hunermendê Kurd Necmedîn Xulamî jî ji ANF´ê re peyivî, got, divê şervanên azadiyê neyên jibîrkirin û peywirek girîng li ser milê hunermendan e ku şervanan ragîhinin nifşê nû.
Jinên Kurd her cure piştgiriyê heq dikin
Niştî Sterk jî got ku jinên Kurd ên Kobanê ne bi tenê ne û ew her cure piştgiriyê heq dikin.
Amîneh Kakabaveh jî got: “Sînorê piştevaniyê tine. Jinên Kurd her cure piştgiriyê heq dikin. Ew bombeyên li Kobanê teqiyan bûn. Bandora wan li hemû cîhanê bû. Li dijî her cure êrîşê têkoşîn meşandin.”
MÛRAT KÛSEYRÎ/ANF / STOCKHOLM