Hunermend û Mûzîkjenê Kurd Ganî Mîrzo bi hunermendê Ermenî Ibrahim Kevo û hin mûzîkjenên din re, beşdarî festîvala Vertex a Hunerî li Barcelona bû.

Armanca lidarxistina festîvalê danasîna çand û hunera penaberan û her wiha xurtkirina têkiliyên bi gelên Spanyayê re ye. Gelek netew û gel bi muzîk û folklorên xwe tevlî festîvalê bûn, Ganî Mîrzo jî ji alî rêveberên festîvalê ve hat vexwendin. 

Ganî Mîrzo bi salan li Barcelona dijî û li wir bi cî bûye. 


 BARCELONA