Sahafan anî ziman ku ew ji Mihrîcana Sahafan a Haydarpaşayê ya îsal kêfxweş in û wan got, “Cihwarên wek trên, gar, bender, behr û keştî tam derba pêşangehên wêjeyî ne.”
Di 18’ê Mijdarê de bi pêşengiya Komeleya Sahafan a Beyoglûyê, li Stenbolê îsal yekemîn Mihrîcana Sahafan a Haydarpaşayê dest pê kir. Mihrîcan wê heta 3’yê Kanûnê bidome. Di mîhrîcanê de gelek pirtûk, kovar, plak, nexşeyên kevn û gelek belgeyên ku kêm tên peydekirin, hene. Ji Kadikoy, Uskudar û Beyoglûyê 40 sahaf tevlî mihrîcanê bûne û sahafan anî ziman ku ji ber mihrîcan li garê tê lidarxistin û elaqeya ji bo mihrîcanê, ew gelekî xweşhal in.
Tenê li cem sehefan hene
Xebatkarê pirtûkfiroşiyê Ilganê Tûrgût Balci, anî ziman ku ew ji elaqeya ji bo mihrîcanê razî ye. Balci got, xwîner her cûre pirtûkan tercîh dikin, lê belê herî zêde elaqe ji bo klasîkan e. Balci got, ew xwîneran digihînin pirtûkên ku di demên kevn de hatine çapkirin û wiha peyivî: “Di dest min de pirtûkeke sala 1872’yan çapkirî heye ku bi nexşeyan Dorpêça Stenbolê vedibêje. Ansîklopediya jinan ku sala 1900’î hatiye çapkirin heye, bi fransî ye. Li vir pirtûkên ku behsa motîfan û rîşikan dikin jî di nav de her cûre pirtûk hene. Her wiha pûxteya encamên hijmariya gundan a sala 1949’an heye. Xwîner li vana dinihêre, dest dide wan û heke lêkolîneke wî hebe, wan dikire. Ji bo kesên ku lêkolînên wan li ser wan serdeman e, ev çavkaniyên girîng in. Ji bilî sahafan hûn nikarin van li cihekî din peyde bikin.”
Balci, dest nîşan kir ku hin pirtûkhez tenê ji bo pirtûkan bêhn bikin, dest bidin wan tên û got, “Xwînerên me tenê ne ciwan in. Xwînerên me yên 50-60 salî jî hene. Dema ew jî pirtûkên wan deman peyde dikin, zaf kêfxweş dibin. Li vî cihê dîrokî jîndarkirina pirtûkên kevn hem ji bo me hem jî ji bo xwendevanan hesteke cuda ye.”
Bengîtiya pirtûkan
Xebatkarê Sahafan, Bariş Halîl Bîngol jî anî ziman ku ji sala 1966’an ve ew di nav vî karî de ye. Bîngol got, ji bo mirov vî karî bike divê mirov evîndarê pirtûkan be. Bîngol wiha peyivî: “Divê tu ji zimanê kaxezê fêm bikî, divê tu pê re biaxivî, divê tu ji kaxeza berê fêm bikî. Dema tu destê xwe bidî kaxezê ew bersivê dide te, dibêje, ez ev im. Em ji elaqeya ji bo li vir zaf xweşhal in. Tevî ku hewa sar e û ji bo xwegihandina vir derfet sînordar in jî, lê elaqeyeke zêde heye. Hesteke zaf cuda ye ku mirov zemanê bere li vî cihwarê dîrokî berpêşî hevalên nû dike.”
Xebatkarê Sahafa Ahesteyê Ûfûk Akgul jî anî ziman ku cara ewil e ku mihrîcan tê lidarxistin, lê belê elaqeyeke zêde heye. Akgul got, jixwe li ber çavên wan xwendevanên Kadikoyê xwendevanên wesfdar in û got: “Me berê li Beyoglû û Uskurdarê hin mihrîcan li dar xistin, lê elaqeya li Kadikoyê tiştekî din e.” Akgul got, di serî de klasîkên cîhanê, bi giştî jî elaqeya ji bo pirtûkên Sabahattîn Alî, Saît Faîk, Azîz Nesîn zêde ye û wiha peyivî: “Ev cihwarê dîrokî û pirtûk zaf li hev tên. Cihwarên wek trên, gar, keştîgeh, behr û vapûr tam derba pêşangehên wêjeyî ne.”
BÎLA SEÇKÎN/MA / STENBOL