Aṣitî û aramî berê her civakê daxwaziya gelê kurd e. Gelê kurd û rêberiya wê bi salan e, dixebite ku rêyekê ji aṣitiyê re vebike. Pirsgirêka herî mezin jî kelemên li pêṣ aṣitiyê ne. Ji vana yek jî kesayetiya dijmin a ketî ya li pêṣ me ye.
Aṣitî tenê dikane bi destê aṣitîxwaz û serkarên xwediyê karekter û wêrek were geṣandin. Her wisa kêṣeyên netewî û di nava civakan de tenê dikane bi kesayetiyên têr pêk were. Gava peyayê li ser serkariyê ne xwedanê kesayetiyeke wiha têgihîṣtî be, li dij wê xwedanê kesayetiyeke nexweṣ be, çareseriya pirsgirêkan û aṣitiyê jî dijwar dibe.
Dema mirov bi awayekî lêkolînerî û zanistî kesayetiya serokwezîr Erdogan binirxîne, tê digihîje ku xwedan kesayetiyeke gelek bi talûke ye. Ew ne tenê kesayetiyeke narzîst e jî, xwedan hin kompleksên nexweṣiyeke kronik a wekî di nava bêkesayetiyeke nizm de xwe mîna zatekî herî mezin dîtinê jî ye.
Prof. H. W. Bierhoff di kovarekê alman de mijara kesayetiya narzist wiha ṣirove dike: “Mirovê narzist ji ber ku xwedan aliyê têkilîdanînê ne, ji wê di gava yekemîn de gelek cazîp xuya dikin, mijûlî xweṣ in. Lê ku kêliya yek têkeve defika narzistekî, hê wê çaxê dikane aliyê wî yê nexweṣê dilêṣ bibîne. Ew dixwaze ku bala her kesî bikiṣîne ser xwe, her kes hewesiya xwe bi wî bîne, her tiṣt li dora wî û di bin fermana wî de bizivire. Di nazar û dîqeta wî kesî de cihê hest, êṣ, daxwazî û anora kesên din tune. Di narzistan de hest û têgihîṣtina empatiyan û êṣa kesên din rabihîstinê hîç tune, lew re heredariya wan a têgihîṣtinê gelek teng û bi sînor e.”
Dema mirov li kesayetî, axaftin, helwest, kar û barê Erdogan yê di prat1ikê de dinêr, bi hêsanî dibîne, çawa ku ev gotin xisûsî ji bo wî hatibe gotin. Yan jî çawa ku wî profesorî rasterast kesayetiya Erdogan bi awayekî zanistî veristibe.
Li gel wê aliyê wî, li wî komlekseke gelek nerênî jî heye. Kesên di zarokatiya xwe de, bizdonek, bê erk û hêz bin, li gel wê tim biçûk hatibin xistin, dema di merheleyekê jiyanê de erkekî sereke bi dest dixin, tên meqameke fermandayînê, ew kesana di ser xwe re terin û xwe di neynika dêwan de dibînin, lema bi awayekî tebere û kesekî xwedayê zulmê tevdigerin.
Ev venivisandin jî rasterast Erdogan li ber çavan radixîne. Ji wê dema Edogan hate Almanyayê, gelek rojnamekaran peyvên wek peyva “aroganz” ango tebere, bi kîbîr ji bo wî bikaranîn. Mirovên wiha hetanê bi poz ve li tiṣtekî neqelibin, hiṣên wan nayên serê wan û gelek zirarî didin jiyan û civakê. Lema mirov bi hêsanî dikane bibêje ku serokwezîr Erdogan kesayetiyekî gelek talûke ye.
Ev ṣiroveya li ser mijara narzistî bi tevahî kesayetiya wî pîskopatê li Amêriqayê yê nav Fetullah jî vedinisîne. Gava mirov di videoyan de li tevgera wî, rûçikê tirṣ, dest û mil li bakirina wî, pozbilindiya wi, zimanê wî dinêre, li gel narzistî, formeke psikopatîbûnê jî lê dibîne. Bi tevahî psikopatekî wek Neron e. Bêguman ev analizên ha ji bo hemû wezîr û kizîrên Erdogan jî derbaz dibin.  Ango em bi garana narzist û psikopatan re rû bi rû mane. Ku wiha biçe, dê civak di destên van nexweṣan de xwe biguhezîne jiyaneke timarxaneyî. Lema mirov bi hêsanî dikane bibêje ku ev faṣîzma kesk hê ji faṣîzma Hîtler jî talûketir e.
Ev garana narzistên faṣist yên kesk ji nûjeniyê bêtir, xwe bi dîroka komara tirk û xîlafeta Osmaniyan ya qirêj ve girêdidin. Ji wê jî dixwebitin ku hin tiṣtên dîrokê dubare bikin. Wek mînaka Abulhemit II ew jî dixebitin ku kurdan di bin cubeyê kesk de bifetisînin, wek bikaranîna hizb-ul kontra.
Li gel wê jî çawa ku Îsmetê kerr bi îmzayên hin parlementeran çû Lozanê, da bikane ewropiyan îkna bikin ku ew kurdan jî temsîl dikin. Niha jî dixebitin ku bi destên hin kesên psikopat ên bi salan li Ewropayê bi dijbangaṣiya Tevgera Azadî li ser rantê jiyan, ewropiyan û cîhanê bixapînin. Ew van kesên bê anor û bê ṣerm rojê di ekran û rûpeleke çapemeniyê de wek qirêjiyeke bêkêr bikartînin. Lê rastiya hin tiṣtan ji bîr dikin: Yek; ew qotê heftê û çar saliyê bi salan e, li pêṣ yekitiya kurdan wek kelemeke bêkêr rawestiyaye, êdî rizyaye. Ew ne ji ṣewatê re dibe û ne jî siya wî heye. Ya dudyan, êdî kurd dost û dijminê xwe, li gel wê rastiya vê garana narzîstan jî pir baṣ nas dikin.
Li aliyê din nexweṣiya narzistî ṣêmuga têkçûnê ye. Wê manipulatsiyon û rûpoṣandina vê çapemeniya, dirok qirêj, bedengenî jî, nikenibe pêṣî li vê têkçûnê bigire.