Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê doh jî sê êrîşên çeteyan şikandin û 37 çete kuştin û şervanan taxa Minbicê El-Benawî ji çeteyan rizgar kirin û li wir jî 20 çete kuştin.
Li gor ANHA’yê çeteyên DAIŞ’ê şevê din saet di 12.00’an de çeteyên DIAŞ ji bo dorpêça şervanan Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bişkînin, ji sê aliyan ve êrişî noqteyên şervanan kirin.
Ji sê aliyan ve êrîş kirin
Êrîşa yekemîn li dijî gundê Oseclî yê ku dikeve başûr-rojavayê bajar pêk anîn.
Li ser bersivdayîna şervanan şer derket. Şerê di navbera şervan û çeteyan de heta serê sibê dewam kir. Di encamê de, 24 çete hatin kuştin, 7 kilêş, 4 rextên leşkerî û her wiha gelek cebilxane, hatin desteserkirin û êrîşa çeteyan hat şikandin. Cenazeyê 14 çeteyan ket destê şervanan.
Êrişa duyemîn a çeteyan li dijî gundê Zonxil ê dikeve bakur-rojavayê bajar pêk hat. Li vir jî şervanan bersiv dan û şer derket. Şerê li vir jî heta serê sibê dewam kir. Û di encama şerê vi de jî 13 çete hatin kuêtin.
Êrişa sêyemîn jî li dijî gundê Til Um Serac ê stratîjîk ku li başûrê Minbicê dikeve, pêk hat. Li vir piştî şerê dijwar ku bi saetan dom kir, êrîşa çeteyan hat şikandin. Li vir hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat zelalkirin.
Taxa El-Benawî hat rizgarkirin
Her wiha Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê doh di saetê sibehê de, Taxa El-Benawî ya Minbicê ji çeteyan rizgar kirin û di encama şerê li vir de jî 20 çete hatin kuştin. Şervanên meclîsê ji hemû aliyan ve ber bi navenda bajar ve diçin.
Bi rizgarkirina Taxa El-Benawî şervan ber bi Taxa El-Keclî ya ku dikeve başûr-rojhilatê bajarê Minbicê pêşve diçin.
ANHA/MINBIC